Ezîz Koyluoglû di 27’ê Çileya 2025’an de di encama êrîşa balafirên bûmirov û bombebarkirî ya dewleta Tirk a qirker de li bajarê Ranya ya Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin. Ev cînayet, 5 meh piştî Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên 23’yê Tebaxa 2024’an di encama êrîşeke hewayî ya bi heman rengî de hatin qetilkirin, pêk hat. Bi vê cînayetê re xelekek din li ser êrîşa Çapemeniya Azad a Kurd zêde bû û kete dîrokê.
Beriya qetilkirin Ezîz Koyluoglû di demek nêz de Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku nûçeyên şerê li eniya Minbic-Qereqozaxê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandin, di encama êrîşa balafirên bêmirov de 19’ê Kanûna 2024’an hatin qetilkirin. Hemû rojnamevanên ku li Başurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin qetilkirin, ji ber heman sedemê û bi plankarî ji hêla dewleta Tirk a qirker ve hatin qetilkirin.
Ev êrîşên li ser Çapemeniya Azad a Kurd ne yên pêşî ne. Berê jî gelek caran hatiye kirin û ji nûçegihanan bigire heta nivîskar, ji belavkaran heta edîtor bi dehan xebatkar hatine qetilkirin. Ne tenê ew, bi sedan kedkar derketin pêşberî dadgehê, bi qasî wan jî hatin girtin. Di şert û mercên îro de êrîşên ku li ser Çapemeniya Kurd a Azad tên kirin, zêdertir û dijwartir bûne.
Şerê taybet-qirêj ê ku ji destpêka salên 1990’î hat meşandin û hedefa wê ya sereke Çapemeniya Azad a Kurd bû û ji wê rojê heta niha qiwemime, bi qasî aliyên wê yên hevpar hene, cudahiyên wê jî hene. Ev cudahî ne di warê diyardeya dijmin û armanca dawî ya êrîşan de ye. Ew bi tevahî ji hêla forma ku digire û berfirehiya wê ve girêdayî ye. Bala xwe bidinê, êrîşên di destpêka salên 1990’î de li bajarên Bakurê Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê pêk dihatin. Armanca sereke ew bû ku şerê taybet-qirêj a dewleta Tirk a qirker li Kurdistanê dimeşîne ji gelên Kurdistan û Tirkiyeyê û ji tevahiya mirovahiyê re neyê ragihandin. Vê yekê ji bo ji şerê xwe yê taybet ê psîkolojîk û propagandaya reş re derfet û îmkanên berfireh çêbike, dikir. Ji bo ku bi temamî xebatên Çapemeniya Kurd a Azad asteng bike û nede xebitandin, her cure êrîşan ji xwe re mubah qebûl kiribû.
Niha li Kurdistanê êrîşên tunekirin û qirkirinê hene. Dema ku ev êrîş tên kirin, şerê taybet ê psîkolojîk ku li ser esasê her cure propagandayê tê kirin, bi awayekî pir berfireh tê meşandin. Mirov dikare bibêje ku dewleta Tirk a qirker tora xwe ya rêxistinî ya herî bingehîn û bi bandor li vê qadê avakiriye. Dîsa piraniya çavkaniyên xwe yên aborî ji bo êrîşên şerê taybet-psîkolojîk bi kar tîne. Di vê mijarê de xwe ji derxistina qanûn, biryarnameyên taybet û erkên taybet dûr nagire. Ev yek şerê destpêka salên 1990’î tîne bîra mirov.
Ferqa êrîşên dewleta Tirk a qirker ji destpêka salên 1990’î û îro yên li ser Çapemeniya Kurd a Azad tê kirin tuneye û aniye asteke ku bajarên Bakurê Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê derbas dike. Dema vê dikin, ji hêzên sermaye yên cîhanî, dewletên herêmê yên ku li ser esasê tifaqa dij-Kurd bi wan re hatine cem hev û hêzên hevkarên xayîn, piştgiriya vekirî û rasterast distînin. Di vî warî de, Çapemeniya Azad a Kurd li çar aliyên Kurdistan, Rojhilata Navîn, hemû welat û parzemînên ku lê birêxistinkiriye, dibe hedefa van êrîşan. Êrîşên li ser Çapemeniya Kurd a Azad li welatên Ewropayê ku lê ne li gorî rêgez û qanûnên wan welatan xebatên xwe dimeşîne, vê yekê nîşan dide.
Ger hûn bala xwe bidinê hûn ê bibînin ku êrîşên li dijî Çapemeniya Kurd a Azad li her çar parçeyên Kurdistanê, li hemû welat û herêmên ku me behsa wankirin ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve tên kirin. Dewlet an jî rejimên wan welatan û hêzên xiyanetkar ên hevkar wek şirîkê wan tevdigerin. Mîna Ezîz Koyluoglû, Gulistan Tara û Hêro Bahadîn, Nazim Daşdan û Cîhan Bîlgîn jî bi heman awayî hatin qetilkirin. Hêzên xayîn ên hevkar îstîxbarata cih dane, dewletên serdest jî êrîşa dewleta Tirk a qirker êrkirin. Êrîşên li welatên Ewropayê jî bi heman awayî pêk hatin.
Wisa dixuye ku êrîşên bi vî rengî wê di demên pêş de jî berdewam bikin. Lê divê were zanîn ku her tim windahiyên bi vî rengî çêdibin, ne çarenûs e. Valahiyên ku rû didin rê li ber van êrîşan û windahiyan vedike. Hedefên hatine hilbijartin, ne ji rêzê ne û ne ji bo çavtirsandin û çawisandinê hilbijartine, bi temamî li ser bingeha tunekirina Çapemeniya Kurd a Azad tên kirin. Hedefên hilbijartî li gorî wê têne destnîşankirin. Rastiya ku Ezîz Koyluoglû weke hedef hatiye hilbijartin ev e.
Ezîz Koyluoglû yek ji kesayetên herî diyarde yê Çapemeniya Azad a Kurd bû. Dema ku li Bakurê Kurdistanê bû, nava xebatên Çapameniya Azad a Kurd de cih girt û di salên 2000’î de herêmên Başûrê Kurdistanê ku xebat lê nemeşandiye tuneye. Di têkoşîna rizgarî û parastina Rojavayê Kurdistanê de ji Efrînê heta Serêkaniyê li her derê weke nûçegihanê şer xebitî. Gelek caran di rojên dijwar re derbas bû û bi mirinê re rû bi rû ma. Erka gihandina berxwedana Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşên dewleta Tirk a qirker, mêtinger û çeteyên wê ji mirovahiyê re ragihînê girt ser xwe. Carna bi telefonê, carna jî wek mêvanê televîzyonan û rojnameyan, bi şîrove û nûçeyan her tim di nava gelê Kurdistanê de bû. Li Başûrê Kurdistanê jî bi awayekî çalak xebatên xwe berdewam kir. Zimanê wêrek û pênûsa leheng ê Çapemeniya Azad a Kurd heta kêliya ku şehîd bû jî tu carî ji beşdariya xwe ya çalak û bi berpirsyarî tawîz neda.
Em dizanin ku şehadeta Seyîd Evran, Rosîda Mêrdîn, Gulistan Tara, Hêro Bahadîn, Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn û piştre jî Ezîz Koyluoglû ne yên dawî ne. Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurdistanê didome. Zarokên wêrek; keç û xortên ciwan her roj şehîd dibin. Em baş dizanin ku her şehadet ne çarenûs e. Yek ji bersivên herî watedar ên ji bo bîranîna Ezîz Koyluoglû bê dayîn, wê têkbirina êrîşên qirker û tunekirinê yên dewleta Tirk a qirker û mirazê wê di qirika wê de bihêle, be. Çapemeniya Azad a Kurd jî bi israra di têkoşîna azadiyê de û bi parastina mîrateya şehîdên xwe, wê vê erka ku daye ser milê xwe bi awayekî serkeftî bi cih bîne.