Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...

Cumartesi - 22 Şubat 2025

Zincîra Ji Mirovan a 7 hezar metreyan ava dikin

Ji bo balkişandina ser çalakiya greva birçîbûnê û rewşa girtiyan, li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê kurdistanî û dostên wan Zincîra Ji Mirovan a ku ji 7 hezar kesan pêk tê û bi dirêjahiya 7 hezar metreyan, ava dikin

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê mijdara sala 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest pê kir, di roja 185’an de berdewam e. Li girtîgehên bakurê Kurdistanê jî bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne. Di vê çarçoveyê de çalakiya greva birçîbûnê ya koma yekemîn a li girtîgehan, 147 roj li pey xwe hişt. Bi heman boneyê, di 30’ê nîsanê de 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê çalakiya xwe veguherand çalakiya rojiya mirinê. Di 10’ê gulanê de jî 15 girtiyên din bi heman armancê dest bi rojiya mirinê kirin.

Ji bo piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê, rojiya mirinê û bal kişandina ser rewşa girtiyan, li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di serî de malbatên girtiyan, gelek derdorên cuda çalakiyên cur bi cur li dar dixin. Li derveyî welat jî piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê re her ku diçe zêdetir dibe. Bi vê boneyê, bi hezaran kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Dusseldorf a Almanyayê kom bûn, dest bi çalakiyê kirin.

‘Bijî Serok Apo’

Di çalakiyê de bi hezaran welatiyan dirûşmên ‘Bijî berxwedana zindanan’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan’ berz kirin. Girseya ku piraniya wan ji dayikên laçik spî pêk dihat, destên hev girtin û Zincîra Ji Mirovan ava kirin. Çalakger dixwazin ku ji 7 hezar mirovan, zincîra ji mirovan a bi dirêjahiya 7 hezar metreyan ava bikin. DUSSELDORF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar