Îro 247 çalakvanên sivîl, çalakvanên siyasî û çalakvanên mafên jinan birîna cezayê darvekirinê ji aliyê rejîma Îranê ve bi ser girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî bi daxuyaniyeke hevpar şermezar kirin.
Daxuyaniya çalakvanan wiha ye;
“Piştî sal û nîvekê ji girtina Wirîşe Mûradî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên girêdayî Wezareta Îtlaetê (îstixbareta Îranê) ve, niha cezayê darvekirinê li ser hatiye sepandin û îhtîmal heye ku ev ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve were pejirandin û ji nîşka ve were pêkanîn.
Werîşe Mûradî salên dirêj li bajarê Sineyê wek rahênerê kung-fu ji bo zarokên kêmdahat û çalakvaneke medenî di warê jin û xwendekaran de kar kiriye. Di sala 2010’an de çûye Herêma Kurdistanê û di warên civakî, lêkolîn, perwerde, têgihiştin û peywendîkirin bi tevgerên jinan re yên Rojhilata Navîn de bi karkirina li Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) berdewamî daye çalakiyên xwe yên civakî. Di dema êrişa DAIŞ’ê û destpêkirina şer li bakurê Iraqê (Şengal) û herwiha Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) de, di sala 2014an de beşdarî şerê hêzên Kurdî li dijî DAIŞ’ê li Rojava kiriye û di dema parsastina li bajarê Kobanê de birîndar bûye.
Werîşe Mûradî, jineke ji Rojhilatê Kurdistanê ye, ku bi hêviya rizgarkirina jinan tevlî refên şervanên li dijî DAIŞ’ê bûye, tevlî şerê dijwar yê Kobanê bûye û bi giran birîndar bûye. Di salên jiyana xwe li herêmên Kurdan yên Sûriyê piştî rizgarkirina Kobanê, di bihêzkirina jinan û hişyarkirina wan de li wê derê roleke berbiçav hebûye.
Ev çalakvanê jin a Kurd piştî ku salên xwe li Rojava derbas kir û li Kobanê birîndar bû. Ji bo dermankirinê vegeriya bakurê Iraqê û paşê ji bo berdewamkirina çalakiyên xwe yên civakî hat Îranê. Di 1’ê Tebaxa sala 2023’yan de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin, bêyî ku heta yek çeka sar jî li gel wê were dîtin, ji bo pênc mehan di hucreya takekesî de hate girtin û rastî zextên derûnî û bedenî hat. Paşê bi sûcdarkirina ‘serhildanê’ ji aliyê dadwer Selewetî ve di dadgehên dijî şoreşê de bi cezayê darvekirinê hat cezakirin. Ne wê û ne parêzerên wê nekarîn parastina wê bikin ev ceza lê hate birîn. Werîşe di rûniştina 4’ê Tebaxê de ji ber nerazîbûn li dijî hukmê neheq ya Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî tevlî rûniştina dozê nebû û parastina xwe ji bo raya giştî nivîsî. Di parastina xwe de îşaret bi vê yekê kir ku ‘DAIŞ me dikuje, Komara Îslamî jî me dikuje’
Cezayê darvekirinê yê li ser Werîşe Mûradî piştî ku parastina dawî li beşa pêncem ya dozgeriya giştî ya Girtîgeha Evînê bi sûcdarkirina ‘serhildanê’ derket, bi îşaretdana madeya 288’ê ya Qanûna Ceza ya Îslamî ku behsa wê yekê dike ku ji bo sûcên têkildar nabe rûbirûyê cezayê wisa tund bibe. Di vê madeyê de hatiye ku her dema ku endamên komekê yên serhildêr berî ku werin binçavkirin dev ji şer û bikaranîna çekan berdin, eger hîn hebûn û çek li ba wan hebe, cezayê girtina asta sêyem li ser wan tê sepandin, û eger rêxistin û navenda wan nemabe, cezayê girtina asta pêncem li ser wan tê sepandin. Lê dadwer Selewatî bi berevajiyê vê sûcê û di kareke neyasayî de, sûcê wê guherand bo madeya 287 bi îşaretdana agahdariya dadwer û cezayê darvekirinê li ser wê sepand.
Em îmzedarên vê daxuyaniyê tevî şermezarkirina hemû cûr cezayê darvekirinê, em bawer dikin ku darvekirin di her rewşekê de kuştina dewletê ye. Herwiha em radigihînin ku derxistina cezayekî wisa ne tenê li dijî Werîşe Mûradî ye, belkû li dijî hemû jinên civakê û Kurdistanê ye ku di 100 salên borî de li pêşenga şerê berxwedan û li dijî faşîzmê de bûne, her wiha bûne qurbaniyên berdewam yên desthilatdaran.
Herwiha em careke din cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî û zêdetir ji 50 girtiyên siyasî û îdeolojîk, hezaran girtiyên bi sûcê madeyên hişber û hwd şermezar dikin. Betalkirina van cûre cezayan pêwîstî bi yekrêzî û hevdiliya hemû endamên civakê heye.”