Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder di 28’ê Kanûnê de yekemîn têkiliya siyasî bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re kirin û peyamên dîrokî yên giravê ku ji 7 xalan pêk tê bi raya giştî re parve kirin. Di hevdîtina duyemîn a li Îmraliyê de rayedarên DEM Partiyê tekez kirin ku Rêber Apo xwe ji bo çareseriya dîrokî amade dike û ev çareseriya dîrokî tekane çareserî ye ku Tirkiye, Iraq, Sûriye û heta Îranê jî ji vê xirecira şer, emperyalîst rizgar dike. Li ser pêşniyarên Rêber Apo ku amadekariya çareseriya çar parçeyên Kurdistanê dikir, Nûnertiya DEM Partiyê li Başurê Kurdistanê dest bi hevdîtinên siyasî yên 4 rojan kir. Heyet li her rawestgehê bi eleqeyek mezin hate pêşwazîkirin, hate diyarkirin ku gelê Başûr jî daxwaza aştiyê li ser bingehên demokratîk, aştiyane û azadiyê dike.
Derbarê hevdîtinên ku pêk hatî de endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder axivîn.
Pervîn Bûldan diyar kir ku wan ev serdan beriya banga dîrokî ya Rêber Apo temam kirin û got: “Em van têkiliyên 4 rojan gelekî bi qîmet dibînin, ji ber ku mijara sereke ya her hevdîtina me aştî bû. Ji ber ku birêz Ocalan xwe amade dike ku daxuyaniyeke dîrokî bide me li ser daxwaza Ocalan ev hevdîtin pêk anîn. Ew difikire ku girîng e berî ku vê daxuyaniyê bide nêrîn û pêşniyaran ji kesayetiyên girîng li vir were girtin.”
Pervîn Bûldan anî ziman ku bi hemû aktoran re danûstandina nêrînan kirine û wiha bi lêv kir: “Di hevdîtinên me yên bi birêz Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî re, nûnerên YNK’ê Bafîl Talebanî û Kubat Talebanî û herî dawî jî bi birêz Mesrûr Barzanî re, me diyar kir ku birêz Ocalan girîngiyeke mezin dide nêrînên wan û me nêrînên wan girt. Di hemû hevdîtinên me de diyar kirin ku her yek ji wan dê destekeke mezin bidin pêvajoyê, ji sedî sed wê li pişt vê pêvajoyê bin û pêvajoya ku birêz Ocalan daye destpêkirin wê ji bo tevahiya Gelê Kurd sûdeke mezin bigire. Ji ber vê yekê ez dikarim bibêjim ku her kes bi tevahî piştgirî heye.”
Pervîn Bûldan diyar kir ku roja serdana sêyemîn a Îmraliyê nehatiye diyarkirin û wiha dewam kir: “Bi îhtimaleke mezin dema em vegerin Tirkiyeyê, li ser daxwaza muxataban em ê hevdîtinê bikin, lê helbet em ê vê hevdîtinê bi heyeta dewletê re bikin. Bi îhtîmaleke mezin, wê tarîx li wir eşkere bibe. Lê heta niha ne dîroka me ya ku em ê biçin girava Îmraliyê û ne jî di derbarê roja ku dê bang li wan were kirin de tiştek zelal nîne.”
Sirri Sureyya Onder jî diyar kir ku hevdîtin erênî derbas bûne û wiha got: “Hemû şexsiyetên siyaszî, sazî û partiyan bi coşeke mezin em pêşwazî kirin. Ji bo vê coşê ji wan re spas dikim. Me têkildarî pêvajoyê pêşniyar, hişyarî û piştgiriyên wan wergirt. Ev pêşniyar û piştgirî ji bo me û ji bo aştiyê pir bi nirx in. Em ê vê ji birêz Ocalan û mûxatabên xwe re ragihînin. Piranî me peyamên birêz Ocalan yên di hevdîtinan de hatine dayîn ji wan re ragihand. Me hewl da bibin bersiv. Her wiha li gel vê mijara yekîtiya neteweyî jî hat axaftin. Me hewl da têkildarî aştiyê bingeheke berfireh ya civakî ava bikin.”
Onder diyar kir ku ji bo pêvajoya nû piştgiriyeke tam tê dayîn û wiha got: “Qiymeteke mezin dan pêvajoyê. Hemû mûxatabên ku me hevdîtin pêk anî ji bo peyamên ku hatin dayîn û bangewaziyê qiymeteke mezin dan. Ev jî hem hêviyê dide me û hem jî rûmetê dide me.”
Onder destnîşan kir ku serokên partiyên ku hevdîtin pêk anîne xwestin peyamên wan bigihêje Rêber Apo got, “Bêgûman piştiriya xwe anîn ziman. Hûrgiliyên hevdîtinan jî hene. Em ê van ji birêz Ocalan re ragihînin.”