Rêber Apo gelê Kurd ji bo cîhana nû hazir dike

Serdestên cîhanê careke din hewildidin cihanê li gor berjewendiyên Modernîteya Kapîtalîst dizayn bikin. Wekî sedsal berê îroj konferans, civîn û peymanên wekî Lozan, Sykes-Picot...

Di jiyana Neteweya Demokratîk de cihê PKK’ê

PKK hê di dema derketina xwe ya holê de rastî eleqeyeke mezin hat. Ji ber ku di civaka Kurd de valatiyeke mezin dagirtibû û...

Rêber Apo gelê Kurd ji bo cîhana nû hazir dike

Serdestên cîhanê careke din hewildidin cihanê li gor berjewendiyên Modernîteya Kapîtalîst dizayn bikin. Wekî sedsal berê îroj konferans, civîn û peymanên wekî Lozan, Sykes-Picot...

Di jiyana Neteweya Demokratîk de cihê PKK’ê

PKK hê di dema derketina xwe ya holê de rastî eleqeyeke mezin hat. Ji ber ku di civaka Kurd de valatiyeke mezin dagirtibû û...
Çarşamba - 26 Şubat 2025

Rêber Apo gelê Kurd ji bo cîhana nû hazir dike

Serdestên cîhanê careke din hewildidin cihanê li gor berjewendiyên Modernîteya Kapîtalîst dizayn bikin. Wekî sedsal berê îroj konferans, civîn û peymanên wekî Lozan, Sykes-Picot...

Di jiyana Neteweya Demokratîk de cihê PKK’ê

PKK hê di dema derketina xwe ya holê de rastî eleqeyeke mezin hat. Ji ber ku di civaka Kurd de valatiyeke mezin dagirtibû û...

Rêyên şaş dernakevin rastiyê

Desthilata AKP’ê şareradiyên DEM Partiyê, yek bi yek dagir dike. Di nava 11 mehan de, AKP’ê bi rêya daraza xwe dest danî ser 12 şaredariyan. Piştî şaredariya Wanê, vê carê berê daraz û polîsên xwe dan şaredariya Qaxizman a Qersê.

Di 20’ê Sibatê de 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Hevşaredarê Qaxizmanê Mehmet Alkan hate birîn. Piştî vê biryarê senaryoya ji aliyê desthilatê hatiye çêkirin xistin dewrê û avahiya şaredariyê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Di çarçoveya vê bêqanûniyê de di sibeha 24’ê Sibatê de jî, qeymeqamê navçeyê Okan Daştan weke qeyûm li şaredariyê erkdarkirin.

Bêguman mirov nikare van hewldanên derqanûnî ji siyaseta şer û înkarê ya li dijî gelê Kurd binirxîne. Ji ber ku li Tirkiyeyê siyaseta li ser înkara Kurd hatiye avakirin hîn bi awayekî xurt di meriyetê de ye, deshilata heyî jî hewl dide xwe bispêre vê siyasetê û li ser wê hebûna xwe bidomîne.

Li Tirkiyeyê înkara gelan û mafên wan yê herî bingehîn ne mijareke nû ye. Hemû deshilatê hatine ser hikum ev mijar ji xwe re kirine amûreke siyasî. Li gorî berjewendiyên xwe girtine dest û nêzîkatî raber kirine. Bi taybet piştî derketina Tevgera Azadiyê li Tirkyeyê tahrîbata siyaseta înkar û îmhayê li ser gelan û civakê dide avakrin bi awayekî aşkere derket hole.

Têkoşîna ku di bingehê xwe de parastina maf û xwebûyê ye hişt ku rastiyên bi salan hatine înkar kirin yek bi yek derkevin holê. Di encama vê têkoşîna dijwar de îro li Tirkiyeyê gel xwedî li hebûna xwe derdikeve û doza mafê xwe yê herî bingehîn dike.

Bêguman dibe ku tu doza mafê xwe bike yê herî bingehîn bike lê, her kesê ku têgeha zîhniyeta serdest û dagirkeran nasdike, dizaneke ku ev maf wisa bi hesanî nayên bi dest xistin.

Lîderê Ruhanî yê Tevgera Serxwebûn û Azadiya Hîndistanê Mahatma Gandhi derbarê zîhniyeta dagirkeran tespîtên pir balkêş dike. Gandî di gotinek xwe de bi armanca balê bikşîne ser girîngiya têkoşîna li ser hişmendiya dagirkeriyê dibêje: “Ger tu li himberî vê dagirkeriyê têkeve nava têkoşînê wê pêşî bi te biketinin. Piştre jî wê henekê xwe bi te bikin. Piştre wê bi te re şer bikin û di dawî de tê bi ser bikeve.”

Ev gotina Gandî ya di despêka dalên 1900’î hatiye gotin weke hîmekî herî bingehîn ên têkoşîna li dijî dagirkeran heya roja me ya îro hat. Ev rastî di dîrokê de bi despêkirina Têkoşîna Azadiya Kurditanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û bi gotina serokkomarê wê demê Kenan Evren ku digot: “Çend çapulçîne em ê di demek kurt de dawî li wan bînin” xwe dubare dikir.

Lê dîrokê rastiya biêş ya bi têkoşînek dijwar hatiye pêşxistin nîşanî wan da ku têgeha azadiyê ya di nava civakê de zindî bûye qet nayê jibirîkirin û winda nabe. Ji ber vê yekê di seranserî dîrokê de em bala xwe bidinê hemû tevgerên gel ên li dijî dagirkeran şer kirine bi ser ketine. Dagirkerên ku pêşî ew biçûk dîtine, henekê xwe bi wan kirine, ew ji nedîtinê ve hatine û înkar kirine di dawiya dawî de neçar manek ku li ser maseya muzakereyê rûnên.

Tevgera Azadiya Kurdistanê jî yek ji van tevgeran e. Di dirêjiya têkoşîna 50 salan de bedelên pir giran da. Li himberî zihniyeta înkar û îmhayê berxwedanek dîrokî meşand. Tevî hemû piştgiriya hêzên hegemen jî dewleta Tirk nekarî bi vê siyaseta xwe ya qirêj gelê Kurd teslîm bigre û tekoşîna wê ya azadiyê têk bibe.

Dewleta Tirk a dagirker û qirker ku xwe li ser înkara gelan daye avakirin ji bo di vê siyaseta xwe de bi ser bikeve serî li her cûre qirêjî, bêhiqûqî û sûcên şer da. Bi awayekî zindî mirov di jêrzemînên malan de hatin şewitandin. Li nava kolanan keç û zarokên ciwan ên gelê Kurd bi destê polîsên vê dewleta genî hatin qetilkirin. Li çiyayê Kurdistanê li ger çavê hemû cîhanê li dijî gerîlayên azadiyê çekên qedexekirî bi kar anîn. Bi destê hevkarên xwe bi sûîkastan siyasetmedar, rojnamevan û welatparêzên Kurd hatin qetilkirin. Ji bo çavê gel û civakê bitirsînê bi destê daraza xwe cezayê heta hetayê dan gelek welatparêzên Kurd. Ji bo têkoşîna gel di qada siyasî de lewaz bike gelek siyasetmedarên Kurd bi saneryoyên çêkirî hatin darizandin û cezayên giran li wan birîn. Şaredarên bi deng û îradeya gel ve hatine hilbijartin hatin girtin avêtin zindanan û li şûna wan qayûm tayîn kirin.

Tevî van hemû sûcên ku bi erêkirina hêzên navneteweyî pêk tên jî, gelê Kurd û têkoşîna wê ya azadiyê ji doza xwe nehat xwarê. Her bedelek dayî ji bo mezinkirina têkoşînê kir gavee pêşketinê. Dewleta ku li himberî vê têkoşîna mafdar xetimiye îro li ber deriyê Îmraliyê li rêyên çareseriyê digere. Tevî dizane ku siyaseta wê ya înkar û îmhayê têk çûye jî dev ji hewldanên xwe yên dij-demokratîk û hiqûqî bernade.

Êrîşên li ser şaredariyên gel, girtina rojnamevan û siyasetmedarên Kurd bi vê hişmendiyê ve girêdayî ye. Ger bi rastî dewleta Tirk dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike rê û navnîşan diyar e. Lê ew bi israr di rêyên şaş de li çareseriyê digere. Divê were zanîn ku rêya şaş ne mumkune ku te derxe rastiyê.

Nûçeyên Têkildar