Endama Koordînasyona Meclisa Îştar a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûr Songul Guler bi minesebeta 8’ê Adarê ji Ajansa Welat (AW) re axivî. Songul Guler diyar kir ku pergala netewe dewletê jinan tune dihesibîne û ev tişt got: “Dema em dibêjin jin em gerdûnê pênase dikin. Lê mixabin pergala heyî bi hezaran salan e jinan ji gerdûna wê tune dihesibîne bi rojeke re sînordar kirinê ku jin wê rojê dengê xwe derxînin. Em weke jinên Kurd bi têkoşîn û destkêftiyên xwe her rojê bikin 8’ê Adarê. Pergala ku heyî li dijî jinan bêsînor qîrkirineke didin meşandin. Bi hezaran salan e ji aliyê siyasî û lêşkerî qîrkirineke berfireh li ser jinan tên meşandin. Bi taybet van rojên dawî şerê ku di nav dewletan de tê meşandin herî zêde bandor li ser jinan dike. Jin di pergala heyî de weke amurek tên bikaranîn.”
Di berdewama axaftina xwe de Songul Guler destnîşan kir ku ew jî weke jinên Kurd ên Wargeha Mexmûr têkoşîna azadiya jinê didin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî vê yekê jinên Kurd, sosyalîst, femînîst, demokrat hertim di têkoşînê de ne. Bi paradigmaya Neteweya Demokratîk ku azadiya jinê esas digire me jiyaneke nû avakiriye û têkoşîna azadiya jinê didin meşandin. Di vê têkoşînê de berdelin giran jî hatinê dayin. Lê jinan li dijî vê yekê paşta gav neavetinê û hê jî têkoşîna xwe didomînin. Taybet di şaxse jinên Kurd de ew têkoşîn berdewam dike. Divê her roj em dengê xwe li her derê derbixînin. A ku me hatiyê dizîn bi têkoşîna xwe bi dest bixin. Li dijî pergala netew dewlet ku gelan qir dike, jin û zarokan qir dike em dengê xwe bilind bikin û rêxistina xwe xurtir bikin. Em têkoşîna xwe xurtir bikin ku vê pergala ku mirovahiyeyê qir dike bitêkoşin.”
Songul Guler anî ziman ew ê 8’ê Adarê bi meş û çalakiyên cûr bi cûr li qadan bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her çiqas pergala heyî me ji welatê me dûrxistibe û rastî zilm û zorê hatine jî em ê têkoşîna xwe hê xurtir bikin. Bi rêxistinbûyîna xwe têkoşîna xwe bidin meşandin. Daxwaza me jî ew e ku hemû jinên cihanê vê rojê destê xwe bidin hev û xwe bi rêxistin bikin. Em li ku dibin bila bibin em bibin yek û li dijî vê qirkirinê têbikoşin. Ji bo wê jî em dibêjin pêwîstê hemû jin vê rojê bikin roja şoreşa jinê û derkevin qadan û dengê xwe bilind bikin.”