Desthilata Demkî ya Şamê di 13’ê Adarê de Danezana Destûrî îmze kir. Di serî de Rêverberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Amerîka û gelek welatên din bertek nîşanî Danezana Destûrî dan. Hiqûqnas û parêzerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaza betalkirina ‘Danezana Destûrî’ ya desthilata Şamê kir, her wiha xwest komîteyek ku nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê dike, were avakirin ji bo nivîsandina destûreke ku daxwazên şoreşa Sûriyeyê nîşan dide.
Mamosteyê hiqûqa navneteweyî li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Rojava Dr. Miwefeq Mihemed anî ziman ku ev danezan “li dijî rêbaza demokratîk û xwezaya dewleta Sûriyeyê ye.”
Miwefeq Mihemed bal kişand ser wê yekê ku navê “Komara Erebî ya Sûriyeyê” karaktera neteweperestiyê dide destûrê ku pêkhateyên din biçûk dixe û wiha domand: “Sûriyeyê dewleteke niştimanî ye ku Ereb, Kurd, Durzî, Elewî, Xirîstiyan û Êzidîyan di nava xwe de dihewîne. Li şûna xwe bispêre yek ziman û olê, diviyabû ev cihêrengî di Danezana Destûrî de hatiba nîşankirin.”
Mihemed xala 20’an a danezanê ya ku dibêje serokkomarê Komarê, Meclisa Gel destnîşan dike, rexne kir û got: “Ev xeletiyeke qanûnî ye. Meclis ji aliyê gel ve tê hilbijartin, ne serokomar. Her wiha di navbera xala 40 û 35’an de nakokî heye, ji ber ku di xala 40’an de hatiye diyarkirin ku Meclisa Dadwerî ji aliyê desthilata cîbicîkar ve tê avakirin û di xala 35’an de jî gotiye ku dadwerî serbixwe ye.”
Parêzer û hiqûqnas Xalid Umer danezanê “navendîparêziyê xurt dike û pêkhateyên Sûriyeyê li derve dihêle” şîrove kir û wiha domand: “Komîteya ku danezan amade kiriye, şaş hatiye avakirin, ji ber ku nûneratiya hemû pêkhateyan nake. Ev danezan rejîma berê bi hemû xeletiyên xwe dubare dike. Navendîbûn bingeha pirsgirêka Sûriyeyê ye. Desthilata Şamê li şûna dermankirina birînan, sîstemeke navendî ji nû ve ferz dike û pêkhateyên din li derve dihêle.”
Xalid Umer daxwaza betalkirina Danezana destûrî kir û xwest ku komîteyek ku nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê dike were avakirin ji bo nivîsandina destûreke ku daxwazên şoreşa Sûriyeyê nîşan dide. Her wiha got: “Danezana Destûrî ya li ser yek reng, ziman û netewê nayê pejirandin. Sûriyeyê welatekî cihêreng e û divê destûra wê vê cihêrengiyê nîşan bide.”
Umer wiha pê de çû: “Veguhastina rejîmekê bi rêjîmeke din bê guhertinên bingehîn tê wateya afirandina dîktatoriyeke nû. Divê destûra nû hêviyên gelê Sûriyeyê yên ku ji bo azadî û dadmendiyê serî hildan diyar bike.”
Li Sûriyeyê gengeşeyên berfireh der barê siberoja welat de tên kirin ku civakên Sûriyeyê daxwaza mafê xwe dikin, dixwazin bi awayekî çalak beşdarî avakirina destûreke ku cihêrengiya civakê nîşan bide û dadmendiyê ji her kesî re mîsoger dike.