Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ya ku di 27’ê Sibatê de raguhand, li her derê veda û xwedîderketine xurt çêbû. Bi taybetî ji malbatên ku zarokên wan di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne banag xwedîderketina li banga Rêber Apo dikin. Malbata yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mahsum Korkmaz (Egîd) ku di 15’ê Tebaxa sala 1984’an de li navçeya Dihê ya Sêrtê çalakiya ewil a çekdarî pêk anî jî têkildarî pêvajoyê axivî û xwestin dewlet cidî nêzî pêvajoyê bibe.
Birayê Fermandar Egîd, Fehmî Korkmaz diyar kir ku kekê wî ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo malbatê jî pêşengtî kiriye. Korkmaz bedelên malbata wan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiyê dane bi bîr xist û got: “Xwişka min Meryem Korkmaz, di îloan 1980’ê de dema tevî Hozan Mizgîn li Êlihê xebatên siyasî dimeşand rastî êrîşê hat. Xwişka min li taxa Aydinlikevlerê hat dorpêçkirin û di encama çalakiya fedaî de jiyana xwe ji dest da. Veysel Korkmaz (Egîdê Biçûk) jî di sala 1991’ê de tev li PKK’ê bû. Di 3’yê Hezîrana 1995’an de tevî 20 hevalên xwe li Çiyayê Helqîsê yê navçeya Qebilcewzê şehîd bû. Bavê min Şehmûz Korkmaz jî di sala 1985’an de birin Fermandariya Cendirmeyan a Sêrtê û piştî êşkenceya 50 rojan jiyana xwe ji dest da. Me tu caran paşve gav neavêt û ruhê Egîd ji me re pêşengtî kir.”
Fehmî Korkmaz bal kişand ser banga dîrokî ya Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Pirsgirêkeke zêdetirî sed sal in didome heye. Ji destpêka komarê heta niha Kurd hatin înkarkirin û xwestin tune bikin. Gelê Kurd sed sal in li ber xwe dide. Tevî hemû êrîşan jî gelê Kurd li ber xwe da, ev berxwedan domand û dê ew pêvajoyê birêve bibe. Gel, biisrar e li ser xaka xwe be û jiyaneke demokratîk û azad ava bike. Ji bo vê em aştiyeke birûmet dixwazin. Divê dewlet erk û rola xwe ya ji bo aştiyeke birûmet bilîze û cidî nêzî pêvajoyê bibe.”
Korkmaz bal kişand ser gavên divê dewlet biavêje û xetereyên pêvajoyê û axaftina xwe wiha qedand: “Bila kesek hewl nede vî gelî bixapîne. Heke dewlet bibêje ‘çekan berde’, wê demê divê bingeha vê ava bike. Divê tavilê ji gavên pêvajoya aştiyê sabote dike dûr bisekine. Li şûna ku pêvajoyê bi argumanên şerê psîkolojîk bimeşîne, divê gavan biavêje. Divê vê tavilê bike. Ji ber ku pêvajoyên aştiyê ji provokasyonan re vekirî ne. Çiqas zû gavan biavêjin ewqas dê baş bibe.”