Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...
Cuma - 18 Nisan 2025

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Di bin dêrê de bi sedan kilox û hestî hatin dîtin

Gundê Arbo yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ye ku dikeve quntarê Çiyayê Bagokê. Ji serdema Osmaniyan heta roja me gund 3 caran hatiye valakirin û bi sedan kes hatin qetilkirin. Li gund 7 dêr hene û ya herî mezin jî Mor Dîmet e.


Di stargeha di bin Dêra Mor Dîmetê ya gundê Arbo yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi sedan kilox û hestiyên mirovan derketin holê. Heta niha destûr nehatibû dayin ku tu kes bikeve hundirê stargehê û dîmenan bikişîne. Cara ewil, Ajansa Mezopotamyayê têket stargehê.

Di tevahiya dîrokê de li dijî gelên qedîm ên erdnîgariya Kurdistanê Kurd, Ermen û Suryanan gelek caran komkujî hatin kirin. Asurên li Mezopotamyayê dijiyan, di navbera salên 1914-1920’î de ji hêla Dewleta Osmanî ve bi darê zorê hatin koçberkirin û qetilkirin. Li gorî texmînan, di navbera 270 hezar heta 300 hezar Suryan ji hêla leşkerên Osmanî ve hatin qetilkirin. Di Komkujiya Ermenan a di heman salan de hate kirin jî sed hezaran kes hatin qetilkirin. Piştî avakirina komarê jî îcar komkujiyên li dijî Kurdan dest pê kirin. Komkujiyên mîna Dêrsim û Zîlanê heta roja me domiyan.

Di serî de Şirnex, Mêrdîn, Êlih û Amed di salên 90’î de li bajarên Kurdistanê nêzî 5 hezar gund bi hinceta “ewlehiyê” ji hêla dewletê ve bi darê zorê hatin valakirin û şewitandin. Zêdetirî 500 hezar kes jî neçar man ku koçî metropolên Tirkiyeyê bikin. Her wiha li van herêman 17 hezar û 500 kes bi cînayetên kiryarnediyar hatin qetilkirin. Gelek cînayetên ji hêla JÎTEM û hêzên tarî yên dewletê ve hatine kirin, nehatin ronîkirin. Hestiyên bi hezaran kesan di bîrên asîdê, gorên komî û di bin malên tê de hatibûn qetilkirin hatin veşartin.

Yek ji gundên komkujî lê hatibû kirin jî gundê Arbo yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ye ku dikeve quntarê Çiyayê Bagokê. Ji serdema Osmaniyan heta roja me gund 3 caran hatiye valakirin û bi sedan kes hatin qetilkirin. Li gund 7 dêr hene û ya herî mezin jî Mor Dîmet e. Di stargeha di bin Dêra Mor Dîmetê de bi sedan kilox û hestiyên mirovan derketin holê. Heta niha destûr nehatibû dayin ku tu kes bikeve hundirê stargehê û dîmenan bikişîne. Cara ewil, Ajansa Mezopotamyayê têket stargehê.

Di bin dêrê de deriyeke hesin ê biçûk heye. Mirov ji vî deriyî têdikevin hundir. Bihurek, bi qasî mîtroyekê fireh û biqasî mîtro û nîv jî bilind de. Welatî, ji vê bihureke derbasî stargehê dibin. Stargeh tarî ye û pir bi sehm e. Bi rêya flaşên telefonan stargeh hate ronîkirin. Bi ronînkirina stargehê re li her derê kilox û hestiyên mirovan tên dîtin. Stargeh derdora 4-5 mîtroyan e û li her çar aliyên wê beşên biçûk ên tewî hene. Û di her beşekê de jî hestiyên mirovan ên li ser hev hatine komkirin hene.

Nehat zanîn ka ev hestî yên kîjan demê ne û yên kê ne. Lê ev dîmenên bisehm, rastiya gelên herêmê bi sala ye pê re rû bi rû mayî radixe ber çavan. Xelkê herêmê dibêje ku welatiyên ji ber komkujiyê reviyayîn xwe spartine vê derê û li vir bi komî hatine qetilkirin. Tê diyarkirin ku piraniya hestiyan ên zarok û jinan e. Hin welatî dibêjin ku ev hestî yên kesên di Komkujiya Seyfoyê de hatine qetilkirin e. Heta niha jî li vê dêrê tu xebat, lêkolîn û lêpirsîn nehatine kirin. Welatiyên gund ên Suryan jî ji ber tirsa komkujî û koçberkirinê naxwazin kesek bizane, bibihîse û bibîne.

Beriya Komkujiya Seyfoyê ya di navbera salên 1914-1920’ê de, li gund nêzî 900 xanî hebûn. Lê belê piştî komkujiyê gund hate valakirin û xelkê gund jî hate koçberkirin. Di demên piştre de jî heman bûyer qewimîn. Gundê Arboyê herî dawî di salên 1990’î de bi hinceta “ewlehiyê” 3 caran hate valakirin. Her cara hate valakirin jî zirareke mezin gihişt dêrên gund. Gund, heta sala 2001’ê jî vala ma. Suryanên koçî welatên Ewropayê kiribûn, piştî sala 2001’ê gund jinûve ava kirin. Bi demê re 20 xanî hatin avakirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar