PKK hê di dema derketina xwe ya holê de rastî eleqeyeke mezin hat. Ji ber ku di civaka Kurd de valatiyeke mezin dagirtibû û bersiva pêdiviyeke mezin a heyatî dabû. Çiqasî gotin û gavên PKK’ê hevdu girtin, di civakê de jî ewqasî hat qebûlkirin. Tevî kêmasiyên xwe hemûyan û heta tevî zirarên dan jî di civakê de ji rûmeta wê tiştek kêm nebû û civakê dev jê berneda, ji ber ku bersiveke dîrokî-civakî dida û bi vê rolê radibû. Eger PKK di dema nû de bersiva dîrokî bide û bi awayekî rast xwedî li erkên rojane derkeve, wê karibe di dema nû de bi rola xwe rabe. Eger nasnameya Kurd bê naskirin û îradeya jiyana azad derkeve holê, ev nayê wê maneyê ku pirsgirêka civakî bi temamî hatiye çareserkirin; bi tenê tê wê maneyê qonaxeke girîng li pey xwe hiştiye.
Yek ji pirsgirêkên divê pêşî bê çareserkirin ew e, xwesteka ji bo nasname û azadiyê bi garantiyên têkûz ê bê misogerkirin û bê domdarkirin. Xwesteka jiyana azad û nasnameya Kurd a tu garaniya xwe ya qanûnî, ekonomîk, polîtîk û ewlekariyê tine, ji aliyê dijminên xwe ve dikare her kêlî bê tepisandin û li tevkujiyan rast bê. Ji ber van sedeman, divê PKK ji niha û pêve rola xwe ya pozitîf bi awayekî serkeftî pêk bîne. PKK’ê heta niha wezîfeyên negatîf, ango bi pêşîgirtina li neyêniyan xwest di wezîfeyên xwe de serketî be. Ji niha û pêve, divê wezîfeyên xwe yên avakirinê ku bêhtir aliyên wan ên pozîtîf li pêş in, bi awayekî serkeftî pêk bîne. Di bingehê van wezîfeyan de avakirina neteweya demokratîk heye û eger PKK nasname û maneya wê ya hat diyarkirin bi dest bixe wê karibe van erk û wezîfeyan bi awayekî serketî bi cih bîne. Naxwe bi PKK’bûyîneke din nikare di van wezîfeyan de bi ser bikeve.
Avakirina neteweya demokratîk pêştirî avakirina sosyalîzmê ye û pêşiyê li riya diçe sosyalîzmê vedike. Li gorî zanista civakî, ev avakirin bi şoreşê dibe, ji bo vê jî divê wezîfeyên exlaqî û polîtîk bêne bicihanîn. Tevî dorgirtinên modernîteya kapîtalîst hemûyan, pêşengiya PKK’ê di vê çarçoveyê de li wezîfeyên xwe xwedî derkeve dikare bi ser bikeve. Di vê rewşê de şert e ku kadro xwe perwerde bikin û felsefeya jiyana azad bikin şêwazê xwe yê jiyanê. Partî bi tevahî li dijî her cure êrişên ji derve û hundir507 bi tenê dikare xwe bi nasnameya îdeolojîk û polîtîk biparêze; bibe xwedî hêza pêngavê û bi civakê re bi yek be. Kadroyên partiyê divê bi temamî di warê îdeolojîk û polîtîk de têra xwe hebin, nexasim divê di her şert û mercî de xwedî wê hêzê bin ku girêdana xwe ya bi exlaqê jiyana azad re nîşan bidin.
Di çanda Rojhilata Navîn de ‘insanê kamil’ heye ango ew ferdê têra xwe dike, divê kadroyê partiyê jî bibe xwediyê wê hêzê ku karibe bibe ‘insanê kamil’ û vê aktualîze bike û pêk bîne. Divê xwediyê wê hêzê be ku karibe li ber tevahiya şêwazên jiyanê û îdeolojiyên desthilatgir, milletperest, cinsperest, dînperest, lîberal korker û ji heqîqetê dûr dixin rabe û wan pûç bike. Di tevahiya serdeman de hewcedarî bi insanên kamil hebû û herî zêde jî roja me ya îro pêdivî bi wan heye û kengî mirov bibe kadroyê modern ê sosyalîst ev pêkan e. Bi tenê bi van kadroyan mirov dikare xwe li pêvajoya avakirina jiyana neteweya demokratîk rakişîne. Dema hewce bike, divê her kadro karibe xwe veguherîne bi sedan rêxistinên neteweya demokratîk û bi vî awayî di wezîfeya xwe de bi ser bikeve. Naxwe kadroyek û rêxistina wî di bin bandora şêwazên jiyanê û îdeolojiyên navbihurî de bi tenê dibe çavkaniya pirsgirêkan. Her kadroya/ê pêşeng a/ê di warê îdeolojîk, polîtîk, exlaqî û rêxistinî de têra xwe bike, serketina wê/wî ya di avakirina neteweya demokratîk de misoger dibe.
Di dema nû de erka bingehîn a PKK’ê ji ya berê cuda ye. PKK’ê di dema komê de bi bandora îdeolojîk şer û çalakî dikir bingehê xwe û rê li ber tesîra polîtîk vedikir. Divê tevî vê di dema nû de bi nasnameya Kurd a hatiye bidestxistin û bi xwesteka ji bo jiyana azad neteweya demokratîk ava bike. Herdu qonaxên pêşî ji bo avakirina neteweya demokratîk gelek nirx bi ser hev de anîn. Lê avakirina neteweya demokratîk hê jî weke wezîfeyekê li pêşiya wê ye. Lewma di dema nû de yekparebûna bername, stratejî û taktîkê bi vê avakirinê berpirsiyar in. Em ê di babeta KCK’ê de rahêjin hûrguliyên vê mijarê û ji hev derxin. Di vir de têkiliya PKK û KCK’ê girîng dibe. Hêza PKK’ê ya îdeolojîk, polîtîk û rêxistinî di çarçoveya KCK’ê de divê ji bo bicihanîna wezîfeyên hewce têrê bike.