Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Em di pêvajoya şoreşa demokratîk de ne

Ger hûn gelekî girêdayî ne, pêwîste hûn şervantiyeke gelekî kûr, welatparêziyek gelek xûrt esas bigrin, bibin raveya vê ya rêxistinî û hestan. Bi taybetî ew keçika ciwan girêdana şoreşê ya bi şer ve û bi rêxistinkirina wê ve di asteke mînak de dimeşîne. Ew keça ciwan di vê wateyê de di rewşeke ku xwe di şoreşê de digihîne serkeftinê de ye. Mizgîniya serkeftinê dide, di şoreşê de sembolê bi dest dixe û di gelek şoreşan de mînakên vî tiştî hene. Di şoreşa Îslamê de, ya Fransizan de, di şoreşa Rûsan de em dikarin ji bo vê gelek mînakên din jî nîşan bidin.

Ez dizanim ku di vî alî de hindek hêviyên we hene, lê belê ez dizanim ku hûn ji stûyên xwe, ji lingên xwe, ji dilên xwe û ji gelek cihên xwe ve bi zincîran hatine girêdan. An jî we xwe bi zincîran ve girêdaye. Bi qasî ku erka me perçekirina van zincîran e, di bin navê nûjeniyê de bi hindek zincîrên din ve girêdan nîne. Bisemtiya me ya mezin û şiyarbûna me dihêle ku nêvenga partiyê û şoreşa me ji bo bi kêmanî jiyîna azad guncaw be. Da ku hûn bikaribin ristên xwe hîn bihêztir bileyîzin û lezekî bidin pêşketina şoreşgerî. Bi qasî ku vê kûr bikin hûn çavkaniya hezkirinê ne û hûn nikarin bûyîna çavkaniya hezkirinê bi erzanî bi kar bînin. Hûn ê çavkaniya hezkirinê bînin asta netewî. Hûn ê bixin malê vejîna gel. Hûn ê xwe di vê mijarê de ji bo netewbûnê û gelerîbûnê amade bikin. Bi tenê hûn dikarin wiha asta netewî bi dest bixin, ango ne weke malê kesekî bûyîna nirxê netewekî û xwe tevlîkirina gelekî ku vedije ve gengaz e. Rastiya Rêbertiyê jixwe di vê mijarê de mînaka herî mezin ava kiriye.

Di vir de ji têgehên weke kaprîs, hesûdî, ezezî, seranserî û bûyîna koleyê hestan re cih nîne. Dîsa ji bo têgehên weke xetimîn, tirs, bûyîna mal û milk an jî hestên bi destxistinê, nezanîn, her dem hatina xapandin û hatina lîstokê re cih nîne. Ew keseke ku ji her alî ve di zanebûna kûr a rastiyê de ye, ristê xwe baş fêmkiriye û wê jî bi têkoşîneke mezin ve dimeşîne. Em dixwazin wateyeke wiha bidin rastiya jina azad. Di giştî de rastiya milîtaniya azad di jinê de şênberbûna wê dibe ku wiha balkêş be. Dema ku balkêş bû jî asta şoreşê hîn pêşketîtir e. Li ser vê bingehê ber bi avakirina civakê ve çûyîn dibe ku şoreşa me bibe cihekî ku ji şoreşên berê ku çêbûne hîn wêdetir bibe. Ev hêsanî pêk nayê, hêvî ye. Lê belê her şoreş hindekî jî wiha ye. Mezinbûna hêviyan û kûrbûna hewildanan, çawaniya vê şoreşê, hêza wê û cihê wê yê di dîroka mirovahiyê de diyar dike.

We dest pê kir ku hûn rastiya Rêbertiyê ji van aliyan ve fêm bikin. Em jî dixebitin ku xwe hindekî din dahurînin. Em di pêvajoya şoreşa netewî û demokratîk de ne. Rêbertiya vê kirin erka we hemuyan a jêneger e. Xwe bi hêsanî nedin tunekirin û bikaranîn. Dibe ku malbatên we, hûn mezin kirin e û parastin e, lê belê weke koleyekî û weke heyîneke ku ji dest derbikeve dîtiye. Hûn cara yekê derfetên jiyana azad bi dest dixin. Ev jî bi destxistineke zehmet e. Ger em yekî didin, pêwîste hûn wê bikin deh û biparêzin. Dibe ku bêezmûniya we, we bixelitîne, dibe ku ciwaniya we, we bibe bêhesabiyê û bêpîvaniyê lê belê pêwiste ku hûn derfetê nedin vî tiştî. Pêwîste bi qasî hûn ê rasteqîn bin, qîmetdayîna vê û parastina wê dê ya we be.

Hûn xwedî jiyana azad in û yê ku we kûr û jîr bike jî hûn in. Tiştê dikeve ser milên me jî ezmûnên xwe danîna holê ye. Pêwîste hûn tu caran neyên asta hestiyariyên erzan, neyên têkîliyên erzan û nebin kesên ku bi hêsanî tên van têkîliyan jî. Misoger divê hûn xwedî rêgez bin. Ji xwarin û vexwarin û razanê bigrin, heta birina qadên şer ên gelekî dijwar jî, divê hûn baldar nêzîkî rêgezên xwe bibin. Misoger divê hûn bi her kesî bidin hîskirin ku hûn xwedî rêgez in û hûn di bin fermana wê de ne. Hûn dikarin jinbûna xwe ya azad wiha bi dest bixin. Berovajî hûn dê bikevin, werin xistin û bi qasî ku hûn ê werin bikaranîn ku cihêbûna we ya ji paçekî namîne. Hûn ê bikevine rewşekê ku hûn ji wê jî bênirxtir bin. Ev jî wendakirineke gelekî xirab e. Dibe ku her dem ev xeterî were serê we. Ji vî alî ve şoreş û di şoreşê de hêsan wendanekirin gelek girîng e.

Li gel me hezkirin bi tenê şerekî şoreşgerî ya wiha ve girêdayî ye. Yê ku şerê şoreşgerî wiha bi pêş naxin, gihandina wan a hezkirinê jî ne gengaz e. Tiştê ku ev bi navê hezkirinê bikevine navê sextekariyek e, xwe xapandin e. Ew jî bi taybet kesayeta jinê bi qasî bikaribe wê bixîne, bîne rewşa jina ketî. Ji bo ku xwe avanekiriye û bêhêz e her dem li wê tê dayîn. Ev rewşa mirinê hilbijartinê ye. Di vê astê de mayinê qebûl nekin. Di vî alî de divê şoreş û tekoşîn ji bo we bibe mijûlahiyeke herî girîng. Ji hezkirinên hêsan û hatina hezkirinên wiha, ji azweriyên hêsan re rê nedin. Lê belê bêyî ku hûn bibin çavkaniya hezkirinê ya bihêz jî, hûn nikarin rola xwe bilêyîzin.

Hezkirin û hatine hezkirinê divê di keçeke ciwan de, di asta herî pêş de were temsîlkirin. Bi qasî rêgezên wê pêwîst e hûn ji diliya wê û xweşikbûna wê jî bi dest bixin. Di vê mijarê de zirav û hesas bin, heta bibin mînak. Ez zêde bawer nakim ku zilam di vê mijarê de serkeftî bin. Jin zêdetir dikarin serkeftî bin.

Ez ê jî heta ji destên min were bixebitim û wiha bibim. Misoger rastiyeke Rêbertiyê heta zagoneke Rêbertiyê heye. Zirav e, bi qasî ku li hemberî kolekirinê û her cureyê xistina jinê ye, bertekeke wî ya mezin li hemberî nêzîkbûnên muhafazakar ê ku hezkirinê tevlîhev dike û ji cewher derdixe jî heye. Li hemberî van disekine û baweriyê bi xwe tîne. Li ser bingehekî rast çawa dê bigihê hezkirinê, çawa wate were dayîn, ji bo kesayeta jin têkîliya wê bi hemû rastiya civakî û netewî çî ye şîrove dike û van dixwaze li cihê wê bide rûniştandin û di encam de ewleye ku vê qezenc bike. Ya ku pêk tê jî hindekî ev e.

Lê belê ji bo hinekan nêzîkbûneke jinê ya ji rêzê dibe evîneke mezin. Yan jî têkîliyeke ji rêzê ji bo wan dibe mal û milk. Ne gengaz e ku şoreşgerekî wekî min wiha be û pêwîste jê neyê hêvîkirin. Di heman demê de şoreşgeriya me jixwe belavkirina têkîliyên wiha ye. Dixebite ku ji girêdaniya gelê Kurdistan’ê ku tune dike, ji têkîliyên koletiyê heta ji têkîliyên malbat û zewaca koletî tîne bikişîne. Dixebite ku ji hestên erzan û zayendîtiya ku bin dixe rizgar bike. Girîngiyeke mezin dide ku ajoyên zayendî werin pîrozkirin. Him di teoriya xwe de him ji pratîka xwe de vê mijarê weke xebateke girîng dibîne û tiştê pêwîste dike.

Yê ku ev tişt fêm nekirine dibe ku piştî pêncî salan fêm bikin. Lê belê ya girîng sî neanîna ser mezinbûna şoreşê ye. Yê ku xwedî aqil in dikarin ji xebatên me hêzeke mezin bigrin û encameke girîng derbixin. Em ji bo xatirê pergalê û derûdor şoreşê nakin. Berovajî rexmî derûdor–dibe ku ev derûdora partiyê jî be- û pergalê em şoreşê dikin. Hewildanên me we zindî dihêle, hindekî hûn ber bi kêleka jiyanê ve tên kişandin, ji ber wê jî emê vî tiştî bidomînin. Ji her demê zêdetir emê bi xwe ewle bin û bi berhemdarî ve berdewam bikin. Hindek nirx hatine bidestxistin, emê zêdetir bi destxistinê jî bizanibin.

Hûn jî wek jin bixebitin ku azad tevlî bibin û gelekî kûr û jîr bibin. Li ser vê bingehê qezenckirina we bi xwe dê bibe destkeftiyên me hemûyan.

Nûçeyên Têkildar