Rêber Apo di 27’ê Sibatê de bi rêya Şandeya Îmraliyê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Banga Rêber Apo li cîhanê deng veda û ji her derê cîhanê daxuyaniyên piştgiriyê hatin dayîn. Rêber Apo ji ji bo civak Êzidî nameyek şand. Nameya Rêber Apo di nava civaka Êzidî de bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Siyasetmedara Kurd Feleknas Uca der barê peyamê de axivî.
Siyasetmedar Feleknas Uca diyar kir ku banga Rêber Apo hêviyên civaka Êzidî mezin kir û wiha axivî: “Birêz Ocalan ne nav çar dîwaran de dîl hatiye girtinê bû. Rêber Apo wekê ku li çiyayê Şengalê nav civata Êzidî bû û şahidiya fermana 73’an kiribû. Nameyek wisa şandibû. Ez vê nameyê girîng dibînim. Em hestên wî de jiyanek wekhev û azad dibînin. Rêber Apo ne tenê îcar berê jî behsa rêxistinkirina civaka Êzidî kiribû. Ger civaka êzîdî xwe rêxistin nekirn ji fermandan derbas dibin. Di 2007’an de li Gir Hizer Siba Şêx Xiddir a Şenaglê komkujî hat kirin. Wê demê jî birêz Ocalan bang li civaka Êzidî kir ku xwe rêxistin bikin. Me peyama Rêber Apo fêm nekiribû. Di 2014’an de jî komkujî hat jiyîn. Hemû cîhanê şahidiya vê fermanê kir. Em îro dinêrin hîna rewşa bi hezaran jinî ne diyare. Ew trajedî didome.”
Feleknas Uca daxuyakirin ku piştî nameya hatiye parvekirin kelecanek mezin jiyane û wiha dirêjî dayê: “Me 27’ê Sibatê de kelecanek mezin jiyî. Banga civaka demokratîk hat kirin. Di vê bangê de berpirsyarî dikeve ser milê êzidiyan jî. Em jî di vê bangê de xwe berpirs didbînin. Em ê berpirsyariya xwe bînin cih. Rêber Apo behsa dîrokê dike, behsa fermanên hatine jiyîn û piştî wê dike. Behsa rêxistibûna êzidiyan dike. Ji ber vê em xwe berpirs dibînin. Piştî nameyê şûnde civaka Êzidî wê ji bo pêşeroja xwe berxwedan û têkoşîna xwe wê mezin bike. Peyama Rêber Apo wê ji civak Êzidî re pêşengiyê bike.”