Mafê hêviyê ferz e

Dewlet Bahçelî di cotmeha 2024'an de li meclisê bang li Rêber Abdullah Ocalan kir û got: ‘Bila Abdullah Ocalan were di koma DEM Partiyê ya Meclisê de...

Erk û berpirsyariyên demê

Dengvedana banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye kirin dewam dike. Ev banga dîrokî ne tenê li Kurdistanê li...

Mafê hêviyê ferz e

Dewlet Bahçelî di cotmeha 2024'an de li meclisê bang li Rêber Abdullah Ocalan kir û got: ‘Bila Abdullah Ocalan were di koma DEM Partiyê ya Meclisê de...

Erk û berpirsyariyên demê

Dengvedana banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye kirin dewam dike. Ev banga dîrokî ne tenê li Kurdistanê li...
Perşembe - 6 Mart 2025

Mafê hêviyê ferz e

Dewlet Bahçelî di cotmeha 2024'an de li meclisê bang li Rêber Abdullah Ocalan kir û got: ‘Bila Abdullah Ocalan were di koma DEM Partiyê ya Meclisê de...

Erk û berpirsyariyên demê

Dengvedana banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye kirin dewam dike. Ev banga dîrokî ne tenê li Kurdistanê li...

Fermandara YPJ’ê: Em ê hemû rojan diyariyê jinan bikin

Fermandara YPJ’ê Avînor Dêrik diyar kir ku ji 8’ê Adara 2024’an û vir ve bi berxwedana destanî ya jinan 8’ê Adarê pêşwazî bikin û wiha got: “Berpirsiyarên me jî zêdetir in, ji ber ku hîn hevalên me yên li eniyê şer dikin hene. Rêber Apo her wiha dibêje, 'dayina rojekê ji jinan re înkarkirina berxwedan û keda jinê ye.' Ji ber vê yekê em ê têbikoşin ku îsal hemû rojên xwe diyarî jinan bikin.”

Di 2012’an de piştî berxwedana li Sûriyeyê dest pê kir, dest bi avakirina Şoreşa Rojava hat kirin û jinan di qada leşkerî, aborî, siyasî û civakî de gelek destkeftî bi dest xistin. Di encama van destkeftiyan de jinên Kurd bi perspektîfa Rêber Apo Yekîneya Parastina Jinan (YPJ) di 4’ê Nîsana 2013’an de ava kir. Di bin banê YPJ’ê de tabûra jinan a yekemîn a bi navê Şehîd Rûken li navçeya Cindirêsê ya Efrînê hat avakirin. Piştre tabûrên jinan ên Şehîd Edalet a li Qamişlo û Şehîd Dîcle ya li Kobanê hat avakirin. YPJ ji roja hatiye avakirin di eniya pêş de li dijî êrîşan têdikoşe.

Fermandara YPJ’ê Avînor Dêrîk der barê şoreşa Rojava, 8’ê Adarê û artêşbûna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nirxandin kir. Avînor Dêrik got hemû jinên berxwedêr ên cîhanê 8’ê Adarê pîroz dikin û wiha got: “Em ji Rêber Apo û şehîdên xwe re dibêjin pîroz be. Bi vê wesîleyê em şehîdan bi bîr tînin. Beriya Şoreşa Rojava jin tune dihatin hesibandin. Îro rastiyeke bi YPJ’ê didome heye. Di rastiya her jinekê de rastiya civakê heye. Îro li Rojava pêvajoyek şoreşê tê jiyîn. Lê ev şoreş wisa ji ber xwe ava nebû. Bi hezaran pêşengên jin ên vê şoreşê hene. Mîrateya şoreşê heye. Besê, Zarîfe, Sara..”

Avînor Dêrik wiha dirêjî dayê: “Beriya şoreşê jin li her qadê tunebûn. Jin her tim bi ser pirsgirêkan de çûn û têkoşîn dane. Rastiyeke dîrokî ya ku Rêber Apo pêşkêşî jinan kiriye heye. Bi vê rastiyê re jinan ji nû ve xwe heyî kirine. Di 2012’an de bi pêşengiya jinan ketin pêvajoyek şoreşê. Di 4’ê Nîsana 2023’yan de YPJ hat avakirin. YPJ hem alî çekdarî hem alî îdeolojîk de hêza parastina jinê ye.”

Avînor Dêrik diyar kir ku têkoşîna YPJ’ê dide li dijî zîhniyeta mêr û şerê tarî ye û got: “Pergala serdest a mêr a jinan tune dihesibîne bi DAIŞ’ê re hîn bêtir şênber bûye. Jinên Rojava li dijî DAIŞ’ê li dijî pergala serdest a mêr li berxwe daye û hîna jî dide.”

Fermandar YPJ’ê Avînor Dêrik balkişand ser girîngiya perwerdehiya di têkoşîna jinê de tê dayîn û wiha got: “Ji ber ku ya ku me xurt dike perwerde û rêxistin e. Jinan bi coş, moral, cesaret, bawerî û hezkirineke mezin li eniyên şer di hemû qadan de roleke mezin lîstin. Bi taybetî jî li eniya şer me mînaka vê ya şênber dît. Ji destpêka şoreşa Rojava heta niha gelek bedel hatin dayîn û bi saya van bedelan gelek destkeftî hatin bidestxistin. Di heman demê de, ev berxwedana jinan ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li hemû cîhanê û bi taybetî jî li Rojhilata Navîn bû îlham. Niha çav û guhê her kesî li şoreşa Rojava ye. Bi bandor û baweriya şoreşa Rojava îro em xwedî tabûrên jinan ên navneteweyî ne. Helbet ev berxwedan ji bo me pir girîng e. Em ê ji 8’ê Adara 2024’an û vir ve bi berxwedana destanî ya jinan 8’ê Adarê pêşwazî bikin. Berpirsiyarên me jî zêdetir in, ji ber ku hîn hevalên me yên li eniyê şer dikin hene. Rêber Apo her wiha dibêje, ‘dayina rojekê ji jinan re înkarkirina berxwedan û keda jinê ye.’ Ji ber vê yekê em ê têbikoşin ku îsal hemû rojên xwe diyarî jinan bikin. Em ê berpirsyariya xwe bi cih bînin.”

Avînor Dêrik wiha dawî lê anî: “Di berxwedana dawî ya li Bendava Şehîdan (Bendava Tişrîn), Qereqozax û Dêrhafirê de jinan ne tenê di qada leşkerî de, di hemû qadên civakî de berpirsyariyeke mezin û dîrokî girt ser xwe. Nikarin vê berxwedanê paşguh bikin. Ji ber ku kes nikare vê rastiyê bi paşguhkirina wê înkar bike. Berxwedaneke di dîrokê de nedîtî ye. Di berxwedana Tişrînê de ji 7’an heta 70′ salî kes li ber xwe didin. Lê belê ji zarokan heta kal û pîran gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Tirkiye di derbarê êrîşên li wir de tu qanûn û rêgezan nas nake. Hemû maf û qanûn tên paşguhkirin. Em ê bi berxwedan û helwesta xwe têkoşîna xwe ya ji bo demokratîkbûna Sûriyeya nû bidomînin. Em ê berxwedana xwe bidomînin da ku em tecrubeyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine ji bo jinên Sûriyeyê û tevahî cîhanê bibin mînak.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar