Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 18 Nisan 2025

Hebûna Rêber Apo ji bo mirovahiyê şenseke mezin e

Gerîlayên HPG’ê rojbûna Rêber Apo pîroz kirin û wiha gotin: “Hebûna Rêbertî ji bo mirovahiyê şensekî mezin e. Rêbertî ji bo gelê Kurd bibe xwedî maf, jiyana xwe feda kir. Gelê Kurd ku tine dihate hesibandin bi saya Rêber Apo êdî di asteke stratejîk de ye.”

Gerîlayên azadiyê ku li çiyayên Kurdistanê têdikoşin, rojbûna Rêber Apo bi coş û moraleke mezin pîroz dikin. Gerîlayên azadiyê Bawer Hebeş û Haşim Havîn bi wesîleya 4’ê Nîsanê hestên xwe anîn ziman.

Bawer Hebeş: Bi rojbûna Rêber Apo re gelê Kurd jinûve ava bû. Ev rastiyek e; beriya Rêbertî ji dayik bibe gelê Kurd li ber tinebûnê bû. Lê belê gava ku rojekê weke rojekê ji Kurdistanê hilat, gelê Kurd jî jinûve ava bû. Ji bo gelê Kurd rojên tarî êdî bi dawî bûn û rêya ji bo paşerojeke azad vebû. Îro bi milyonan mirovên alîgirê azadiyê li dora paradîgmaya Rêbertî ji bo azadiyê têdikoşin. Ev yek jî nîşan dide ku gelên bindest hebûna xwe di hebûna Rêber Apo de dibînin.

Rêber Apo bi banga Aştî û Civaka Demokratîk paradîgmayeke nû pêşkêşî me kir ku em jî bi saya vê yekê têkoşîna xwe hîn mezin bikin. Rêbertî ji bo gelê Kurd bibe xwedî maf, jiyana xwe feda kir. Gelê Kurd ku tine dihate hesibandin bi saya Rêber Apo êdî di asteke stratejîk de ye. Sîstemek hebû ku jinên Kurd lê tine dihatin hesibandin, her tişt ji wan hatibû stendin. Lê belê Rêber Apo li ser bingeha azadiya jinê paradîgmayeke nû destnîşan kir û ev yek ji bo jinên bindest bû hêviyeke nû. Em jî weke milîtanên Rêber Apo dixwazin li ser xeta jin a azad xwe bi pêş ve bibin. Li ser vê bingehê em careke din 4’ê Nîsanê li gelên alîgirê azadiyê pîroz dikin.

Haşim Havîn: Rojbûna Rêbertî kir ku civaka bindest xwe nas bike. Civakeke ku ji mafên xwe yên azadiyê bêpar hate hiştin, bi hebûna Rêber Apo re jinûve bi hêvî bû. Lewma 4’ê Nîsanê ne tenê rojbûna Rêbertî ye, em vê yekê weke rojbûna jinûve vejînê dibînin. Rast nîne ku ev roj tenê weke rojbûna kesekî bê dîtin; rojbûna bi milyonan mirovî ye. Hêviya ku Rêbertî afirand, di her gav û pêşketinê de mezin dibe. Ev yek herî zêde û bi şênberî di nava têkoşîna jinê de tê dîtin. Ji berê di nava civakê de tine dihate hesibandin. Lê belê Rêber Apo jin kir pêşengê civakê û îro jin ji bo mirovahiyê bûye pîvana azadiyê.

Hebûna Rêbertî ji bo mirovahiyê şensekî mezin e. Ji ber vê yekê em jî divê bi hemû derfetên xwe xwedî li Rêber Apo derkevin. Ji bo karibin Rêber Apo hîn rast fêhm bikin, divê em xeta hevala Zîlan ji xwe re bikin esas. Herî zêde hevrê Zîlan Rêbertî rast fêhm kir. Çalakiya wê rêya têkoşînê ji me re afirand. Weke gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê em ê heta dawiyê bidin ser şopa hevrê Zîlan. Em ê rojbûna Rêber Apo bikin roja azadiyê ya gelên bindest. Em careke din 4’ê Nîsanê li gelên bindest pîroz dikin û bawer dikin ku ku bi Rêbertiyeke azad bi rêya serketinê tacîdar bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar