Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ew li hemberî şehadeta Sakîne Arat serê xwe bi rêzdarî ditewînin û ev yek anîn ziman: ‘’Girêdayî layiqbûna biranîna Dayika Sakîne û hemû dayikên me yên berxwedêr, em soza xwe ya avakirin û pêkanîna aştî û demokrasiyê û avakirina jiyana azad dubare dikin.’’
Naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye:
‘’Tê zanîn ku em di qonaxeke dîrokî ya têkoşîna xwe re derbas dibin. Me xebera wefata dayika Sakîne stand ku Dayîka Sakîne hemû temenê xwe, kedên xwe û ewladên xwe bexşandiye vê têkoşînê, berdêlên mezin dane û cihê xwe di nava têkoşîna birûmet ya jinên Kurd û dayikên Kurd de girtiye. Em Dayika Sakîne ya di têkoşîna azadiyê de cihê xwe girtiye, çanda dayika pîroz zindî hiştiye, bi kiryarên xwe dijmin daye şermê û rûyê dostan daye kenandin û berxwedan nîşan daye bi rêz û hezkirin bi bîr tînin. Girêdayî layiqbûna bîranînên wê, em soza mezinkirina têkoşîna xwe ya ji bo aştî û civaka demokratîk didin û dubare baweriya xwe ya ku em ê teqez têkoşîna azadiya jinan a Kurdistanê bigihînin serkeftinê diyar dikin.
Dayika Sakîne, piştî salên ku ziman, çand û mafên xwerêveberinê yên Kurdî hatin binpêkirin û bûn sedema serhildanê, di nava malbateke hatî sirgûnkirin de ji dayik dibe. Bû şahidê hemû şert û mercên dijwar ên sirgûnê û zêxtên faşîst ên li ser gelê Kurd. Tevî hemû tiştan jî çanda xwe parast. Weke nûnera berxwedêr a çanda Kurd a komunal a derveyî dewletê, bi kedeke mezin û pîroz zarokên xwe mezin kirin. Çanda xwe ya civakî û ruhê berxwedanê li zarokên xwe zêde kirin.
Kurê wê Cemal Arat di sala 1984’an de li zindanên Amedê, yên bi êşkence û kiryarên xwe yên dermirovî hewl dida ku nasnameya gelê Kurd tune bike, ma. Bi berxwedana xwe ya li vir nûnertiya nasnameya Kurd a birûmet kir, bû sembola teqezbûna hebûna gelê Kurd. Dema ku Cemal Arat di rojiya mirinê ya mezin de şehîd bû, Dayîka Sakîne li ber serê wî bû. Du kurên xwe yên din da têkoşîna azadiya Kurdistanê. Dema ku zarokên wê di doza azadiyê de şehîd dibûn, Dayika Sakîne jî bi hişmendiya welatparêziyê ya kûrtir û rehdarbûna çanda civakî têkoşîna xwe mezintir kir. Êşa zarokên xwe di kûrahiyên dilê xwe de veşart û weke dayikekê meşa xwe domand. Di têkoşîna xwe ya 41 salan de tim parastina aştiyê kir, ji bo ku dilê dayikan neşewite têkoşiya û xwest dengê xwe bigihîne hemû deran. Bi biryardariyeke mezin têkoşîna xwe domand û bû yek ji Dayikên Şemiyê.
Dayika Sakîne, tevî hemû şeran û şehadeta zarokên xwe jî ji bo ku şer bi dawî bibin, li ber xwe da. Ji têkoşîna aştiyê bigire heya têkoşîna mafên mirovan, demokrasî û azadiyê tu caran paşde gav neavêt. Ji ber vê yekê Dayika Sakîne, yekem şehîda pêvajoya ‘’Aştî û Civaka Demokratîk’’ e ku ji aliyê Rêbertiya me ve hatiye destpêkirin. Em li hemberî şehateda wê bi rêzdarî û minetdarî serê xwe ditewînin. Girêdayî layiqbûna biranîna Dayika Sakîne û hemû dayikên me yên berxwedêr, em soza xwe ya avakirin û pêkanîna aştî û demokrasiyê û avakirina jiyana azad dubare dikin.
Em bang li hemû civaka me, jinan û ciwanan dikin ku xwedî li bîranînên şehîda aştî û civaka demokratîk Dayika Sakîne derkevin û dengê wê yê ji bo aştî û demokrasiyê û têkoşîna wê ya ji bo azadiyê mezintir bikin.’’