Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 9 Mayıs 2025

KCK: Komkujiya Helebceyê komkujiyeke herî hovane bû

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyand ku Komkujiya Helebceyê di dîroka mirovahiyê de yek ji komkujiyên herî giran û hovane ye û bi bîr xist ku banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ji bo careke din komkujiyên bi vî rengî bi serê gelê Kurd û tu gelan pêk neyê, bû.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya 37’emîn salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyanî weşand. KCK’ê daxuyand ku komkujiya Helebceyê yek ji komkujiyên herî giran û hovane yên dîroka mirovahiyê ye û di salvegera vê komkujiyê de rejîma Saddam careke din bi tundî şermezar kir.

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye: “Yek ji rojên herî giran û bi êş ên dîroka Kurdistanê salvegera komkujiya Helebceyê ye. Di encama bikaranîna çekên kîmyewî de ku beriya niha bi 37 salan hatin bikaranîn, li Helebceyê bi hezaran Kurd hatin qetilkirin. Em vê komkujiya ku ji aliyê rejîma Saddam a zalim ve hate kirin careke din bi tundî şermezar dikin, mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi hurmet bi bîr tînin. Her wiha di şexsê wan de şehîdên şoreşê û demokrasiyê hemûyan bi hurmet û bi minet bi bîr tînin, dilsoziya xwe ya bi bîranîna wan re careke din dubare dikin.

Komkujiya Helebceyê di dîroka mirovahiyê de yek ji komkujiyên herî giran û hovane bû. Zêdeyî pênc hezar Kurd bi çekên kîmyewî yên bi balafiran ji ezmanan hatin barandin bi carekê hatin qetilkirin. Piraniya mirovên hatin qetilkirin jî jin û zarok bûn. Li pêşberî komkujiyeke ewçend bi êş û hovane sîstema dewletparêz xwe kerr û kor kir. Hêzên modernîteya kapîtalîst li pêşberî komkujiyê helwesteke cidî nîşan neda, her wiha ji bo careke din gelê Kurd bi komkujiyan re rû bi rû nemîne pêwîstî bi wergirtina ti tedbîran nedîtin. Berevajî vê yekê ji ber polîtîkayên xwe yên li ser bingeha berjewendiyan, di serî de gelê Kurd qetilkirina gelan nebû xema wan. Ji xwe komkujiya ku li gelê Kurd hate kirin encamek ji sîstema dewletparêz a kapîtalîst e. Komkujiya Helebceyê jî yek ji wan e.

Ji bo komkujî li gelê Kurd, li gelan neyê kirin, ji bo aştî û azadî bê Kurdistan, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê Rêber Apo pêşengî ji têkoşîneke nîv sedsalî re kir. Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku di 27’ê Sibata 2025’an de kir, qonaxeke dîrokî ya vê têkoşînê bû. Ji bo dawî li dîroka komkujiyê bê anîn, ji bo Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhaneke ji jiyana wekhev û azad a gelan bê avakirin, divê banga dîrokî ya Rêber Apo bi cih bê anîn. Têkoşîna li ser vê bingehê jî wezîfe û berpirsyariyeke dîrokî ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar