Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Em di pêvajoya şoreşa demokratîk de ne

Ger hûn gelekî girêdayî ne, pêwîste hûn şervantiyeke gelekî kûr, welatparêziyek gelek xûrt esas bigrin, bibin raveya vê ya rêxistinî û hestan. Bi taybetî...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Em di pêvajoya şoreşa demokratîk de ne

Ger hûn gelekî girêdayî ne, pêwîste hûn şervantiyeke gelekî kûr, welatparêziyek gelek xûrt esas bigrin, bibin raveya vê ya rêxistinî û hestan. Bi taybetî...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Em di pêvajoya şoreşa demokratîk de ne

Ger hûn gelekî girêdayî ne, pêwîste hûn şervantiyeke gelekî kûr, welatparêziyek gelek xûrt esas bigrin, bibin raveya vê ya rêxistinî û hestan. Bi taybetî...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir, tevî van zahmetiyan jî ne tenê li Kurdistanê li seranserî herêmê bû xwedî rolek girîng. Hêzên komploger bi armanca pêşî li vê hêza girîng a azadîxwaz bigirin û bandora Rêber Apo ya li ser gelan kêm bikin komploya navneteweyî pêş xistin.

Komploya ku 9’ê Cotmeha 1998’an bi derketina Rêber Apo ya ji Sûrî destpê kir, 15’ê Sibata 1999’an bi dîlgirtina Rêber Apo bû derbasî qonaxek din bû. Dîlgirtin û radestkirina Rêber Apo ji bo dewleta Tirk ne tenê di civaka Kurd de, di hamû azadîxwazan de hêrsek mezin da avakir. Li himberî vê komploya ku dijminê sedsalan anî cem hev, biryardariya herî mezin şehîdên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” nîşan da.

Di çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” ku li dijî komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê bûn topek ji agir, 53 leheng şehdî bûn. Herî kêm 66 kesên ku bedena xwe dan ber agir jî birîndar bûn. Rêber Apo girîngiya van çalakiyan bi gotina “Ger azadî hêsan bûya Ronahî û Bêrîvan bedena xwe nedidan ber agir.” tîne ziman.

Gelê Kurd û dostên wan di nava 26 salan de li dijî komploya navneteweyî bi armanca azadiya Rêber Apo di nava têkoşînek topyekun de bû. Gelek çalakiyên cihêreng hatin lidarxistin. Her yek ji van çalakiyan xwedî girîngiyek mezin û rolek diyarker bû. Ev çalakî di heman demê de bûn hêza belavkirina fikir û ramanên Rêber Apo li cîhanê.

Bi nêzbûna salvegera 26’an a komploya navneteweyî Kurd û dostên xwe xwe ji bo çalakiyên girseyî amade dikin. Bi agahiya ku wê peyamên Rêber Apo di 15’ê Sibatê de bi raya giştî re werin parvekirin, çalakiyên îsal bi wateyek cûda tên destgirtin. Ji niha ve gelek derdorên demokratîk û azadîxwaz bandora peyama Rêber Apo ya li ser çalakiyên gel bide avakirin dinirxînin.

Bêguman ev ne bendewariyek şaş e. Rêber Apo ji destpêkê ve yek ji aktorên sereke yên pirsa Kurd e. Li gel vê di siyaseta herêmê de jî xwedî cihekî girîng û diyarker e. Çi bi nerîn û fikrên xwe, çi bi hêza xwe ya siyasî, civakî û çi jî bi bandora xwe ya li ser doredorên cûda herdem di siyaseta herêmê de bandora xwe da hîskirin. Ji ber vê yekê ye ku di vê pêvajoya li ser Rojhilata Navîn plan û projeyên nû tên pêşxistin nerînên Rêber Apo jî pir tên meraqkirin.

Li gorî muxatabê meseleyê dibêjin wê ev peyam ne tenê di civaka Kurd de li ser hemû herêmê bandorek mezin bibe avakirin. Ez di wê baweriyê de me ku gelê Kurd û derdorên demokratîk û azadîxwaz wê peyaman ku ji Îmraliyê were bi berfirehî binirxînin û li gorî pêwîstiyên wê xwe tevger bikin û gav bavêjin. Di vir de tişta ku divê em binirxînin nêzîkatiya dewletê wê ji bo peyama Rêber Apo çi be.

Di halê heyî de tişta ku em dibînin di axaftin û nerînên deshilata AKP’ê de guhertinên ber bi çav nînin. Erdogan û peyayên xwe di her kêliyê de dijminatiya gel dikin. Ne di ziman û ne jî di pratîkê de hewayek ku wê tiştên baş biqewimin nîşan nadin.

Mînaka vê ya herî dawî jî bi destê dadgehê 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Hevşarêdarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydanê birîn. Ev cezayê ku bi senaryoyên hatine çêkirin li hevşaredar hatî birîn, bi yek gotinê mirov dikare şîrove bike. Ev biryar hewldana dagirkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û tolhildana ji çalakiyên xwedîderketina gel ên li dijî biryara desteserkirina mazbateya Abdullah Zeydan e.

Raste di civakê de hêviyek xurt ya çareseriyê heye. Ger ev hêvî nebûya, desthilata AKP’ê ku hemû nirxên civakê dike qurbanî berjewendiyên xwe yên hizbî wê kevir li ser kevirî nehiştiba. Ger îro li himberî vê zihniyeta genî û têkçûyî têkoşînek heye ev bi saya sekna gel a ji vîna xwe tavîz nade pêk tê.

Li Tirkiyê hêza herî dînamîk ya li himberî kiryarên dij-demokratîk ên deshilatê têkoşîna gelê Kurd derdikeve pêş. Gotina; “wê gelê Kurd bi xwe re Tirkan jî azad bike” ji vê hêlê ve ne gotinak belasebeb e. Lê ger em bahsa jiyanek hevbeş û pêşerojek azad dikin divê li himberî van kiryarên antî-demokratîk têkoşînek yekgirtî û xurt hebe. Ev têkoşîn divê nehêle ku deshilata heyî siberoja gelan bike qurbana berjewendiyên xwe yên teng û hizbî.

Diyare gelê Kurd bi agahiya ku ji Îmraliyê peyam were xwe ji bo çalakiyên xurt û bi hêz amade dike. Ger gelên din ên li Tirkiyeyê jî bi haman girîngiyê beşdarî van çalakiyan bibin û hêza heyî mezintir bikin wê ev deshilata ku xwe li ser gelan ferz dike neçar bimîne gavan bavêje. Di vir de rol û berpirsyarî ji her demê zêdetir dikeve ser milê hêzên muxalefetê jî. Ger ev hêz êdî li gorî erka xwe ya rasteqîn tevbigerin dikarin ji bo sibe roja Tirkiyeyê û yekîtiya gelan bibin xwedî mîsyoneke girîng.

Gelê Kurd di dirêjiya dîrokê de herdem bi hêza xwe ya cewherî li dijî her cûre neheqî û înkarê têkoşiyaye. Di vê oxirê de bedelên giran da. Weke me di jor de jî anî ziman çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” mînaka vê yarî ber biçav e. Ez di wê baweriyê de me ku gelê Kurd wê di vê pêvajoyê de jî ji fedekariya ku dikeve ser mil xwe nede paş. Lê divê bê famkirin ku di vê demê de pêwîstî ji fedekariyên şexsî wêdetir bi têkoşînek yekgirtî û topyekun heye.

Ger li dijî vê zîhniyata ku xwe li ser îradeya gelan dide ferzkirin di vê astê de têkoşînek xurt were pêşxisitn ez di wê baweriyê de me ku wê guhertinên mezin pêk bên. Ji vî milî ve çalakiyên ku wê di salvegera komploya navnetweyî ya 15’ê Sibatê de bên li darxistin divê di çarçoveyek hîn berfirehtir de bên dest girtin. Eger di vê perspektîfê de nêzîkatî ji van çalakiyan re bê kirin wê bandorek erênî li siberoja Tirkiyeyê jî bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar