Kurd xwe bi agirê Newrozê nû dikin

Newroz wateya rojeke nû, jiyaneke nû û destpêkeke nû ye. Destpêka guhertin û veguhertinê ye. Kurd her sal xwe bi agirê Newrozê nû dikin...

Peyman destpêke ne encam e

19'ê Tîrmeha 2012'an... Wê rojê di serî de Kurdistan û Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê bi xwe re guhertinên mezin û dîrokî anîn....

Kurd xwe bi agirê Newrozê nû dikin

Newroz wateya rojeke nû, jiyaneke nû û destpêkeke nû ye. Destpêka guhertin û veguhertinê ye. Kurd her sal xwe bi agirê Newrozê nû dikin...

Peyman destpêke ne encam e

19'ê Tîrmeha 2012'an... Wê rojê di serî de Kurdistan û Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê bi xwe re guhertinên mezin û dîrokî anîn....
Cuma - 14 Mart 2025

Kurd xwe bi agirê Newrozê nû dikin

Newroz wateya rojeke nû, jiyaneke nû û destpêkeke nû ye. Destpêka guhertin û veguhertinê ye. Kurd her sal xwe bi agirê Newrozê nû dikin...

Peyman destpêke ne encam e

19'ê Tîrmeha 2012'an... Wê rojê di serî de Kurdistan û Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê bi xwe re guhertinên mezin û dîrokî anîn....

Mala zarokan Zarok TV 10 saliya xwe pîroz dike

Rêveberê Zarok TV Îbrahîm Yildirim diyar kir ku ew ê roja Şemiyê 10 saliya Zarok TV pîroz bikin û wiha axivî: “Di vî 10 salî da Zarok Tv geh bû dibistan geh bû kargeh geh bû feza geh bû xeyalên zarokan û rêyeka bêdawî û bêsînor li ber xewn û xeyalên zarokan vekir.”

Zaroka TV tekane kanala zarokan a bi Kurdî ye, 10 saliya xwe pîroz dike. Zarok TV, 10 sal berê roja Newrozê, dest bi weşanê kir û gotin “Em wekî diyariya Newrozê dest bi weşanê dikin û êdî hemû zarokên cîhanê li çi temaşe dikin, çawa kêfê dikin; di qada me de, zarokên kurd jî dê ji heman derfetan sûdê wergirin.” Zarok TV 10 salên têr û tijî derbas kir. Tevî di sala 2016’an de bi KHK’ê demek kurt girtî jî ma, lê li ser nerazîbûna siyasetmedar û gel desthilat neçar ma ku biryara girtinê bi paş ve bikişîne û TV carek din ji nû ve dest bi weşana xwe kir. Rêveberê Zarok TV’ê Îbrahîm Yildirim têkildarî armanc û xebatên Zarok TV’ê pirsên Ajansa Welat (AW) bersivand.

Zarok TV 10 sal in ku di weşanê de ye. Hûn vê pêvajoyê çawa dinirxînin? Li hemberî hemû zehmetiyan we weşana xwe berdewam kir. Hûn dixwazin çi bibêjin?

Wek xebatkarên Zarok TV’ê me bi armanca ku zimanê dayikê bi form û taybetiyên xweser bigihînin zarokên Kurdan dest bi vê xebatê kir. Di vê pêvajoyê de me hewl de ku li hemberî hemû zor û zehmetiyan em pergaleke ku pirsgirêkên xwe bi xwe çareser dikin ava bikin. Serdema ku me dest bi vê xebatê kir hin tecrubeyên weşangeriyê hebûn. Lê ji ber ku mijara weşana me zarok bûn hin pêdiviyên nû derketin pêş. Ev pêdivî bi gelemperî derbarê bingeha teknîkî, pêşketin û derûniya zarokan de xwe li ser me ferz kirin. Bi awayekî din em dikarin bibêjin ku pêdiviya me bi tîmeka têr û tije û ekîpmanên pêşketî hebûn. Di vî warî de hîn jî hin kêmasî hene. A rast beriya 10 salan em bê tecrûbe bûn û me bi qasî qeweta xwe rêyek danî ber xwe. Di destê me de vîn û baweriya me hebû ji ber ku wekî tîm em hemû mexdûrên tunebûna qadên zimanê dayikê bûn. Lewma xebateka bi vî rengî bi awayeka din şerê me yê bi bermayiyên zaroktiya me ra bû. Em hemû heval bi vê vîn û baweriyê li hev civiyan. Lewma hem ji aliyê teknîkê hem jî ji aliyê fikir û ferasetê ve pêvajoyeka bi hêz û afirînerî xwe ferz dikir. Ji ber ku ev xebat cara yekem bûm û li ser koka xwe şîn bû. Di gelek aliyan de rê û rêbazên nû jî wekî pêwendiyekê derketin ber me. Lewma ji bo fêrbûn û pêşvebirina vî karî hevalên me bi şev û bi roj xebitîn. Îro em dikarin bibêjin ku di 10 salan de Zarok TV di gelek mijaran de xwe gihandiye asteka bilind.

Di çarçoveya xebatên me yên anîmasyonê de tîmên 2D û 3D hatin amadekirin û niha bi awayekê pêşketî li ser berhemên xwe dixebitin. Ev koma me ji aliyekî ve bernameya xwe ya derbarê pêşketinê de diyar dike ji aliyekî din ve jî ji bo kesên ku dixwazin tev li vê xebatê bibin bernameyekê amade dike û derbasî pratîkê dike. Wekî ku tê zanîn di cîhanê de asta ku anîmasyon gihîştiyê perwerde û perwerdehiyeke profesyonelî dixwaze. Di vî warî de Zarok TV wekî perwerdegehekê dixebite ji ber ku li Zarok TV’ê fikir û pratîk bi hev re dimeşin. Yanî em dikarin bibêjin ku dema em hîn dibûn di heman demê de me diafirand û bi hev re parve dikir. Di çarçoveya xebatên me de dûblaj xwediyê giringiyeka taybet e. Em projeyên ku xwediyê qalîteyekê ne û li cîhanê belav bûne distînin û bi Kurmancî Zazakî û Soranî dûblaja wan projeyan dikin û bi temaşevanên xwe re parve dikin. Koma me ya Dûblajê li ser du bingehan xebatên xwe dike. A yekemîn derfetên teknîkî ne ku me bi awayekê profesyonelî derfetên teknîkî ava kirin. A duyemîn jî ziman e. Xebatên zimanî pêvajoyeka ku ji wergêran bigire heta dûblajvanan hemû komê tev li nav liv û tevger ên zimanî dike ye. Em dikarin bibêjin ku xebatên dûblajê îro gihîştiye asteka profesyonel. Hemû xebatên zimanî ji aliyê lijneyekê ve tên birêvebirin. Ev lîjne di hemû zaravayên Kurdî de dixebite û li gorî form û esasên zimanî naverokan ji bo zarokan amade dike û parve dike. Ev xebat ji aliyekî ve wekî perwerdeya zimanî jî dimeşe. Ji aliyekî ve berhemên ku pê kêfxweş bibin derdixin pêş ji aliyê din ve jî ziman fêrî zarokên ku dûrî derfetên perwerdeya zimanê dayikê ne dike. Li gorî bertek û parvekirinên ku bi me re tên kirin em dikarin bibêjin ku di fêrbûn û fêrkirina zimanî de xebatên me xwedî cihekî giring e. Herwiha dûblajvanên me jî parçeyekî vê xebatê ne. Li hemberî kêmbûna dûblajvanên bi tecrûbe me gelek kargehan li dar xist û hewl de ku dûblajvanên pêşketî derxin holê. Xebatên me yên bi vî rengî berdewam dikin û her roja ku derbas dibe casta dûblajvanên me berfireh dibe. Di heman demê de hewldanên me yên ji bo derhêneriya dûblajê ya pêşketî jî her berdewam in.

Xebatên stutdyo çawa dimeşin?

Em dikarin ji bo xebatên studyoyê jî heman gotinan bikin. Hevalên me yên ku ji aliyê xebatên studyoyê ve zanyar in di encama gelek lêkolîn û ceribandinan de gihîştin astekê û xebatên xwe li ser esasên afirandin û nûjeniyê berdewam dikin. Xebatên studyoyê rasterast bi zarokan re ne û bi zarokan re di nav danûstandineka rûbirû de ye. Bi van xebatan Zarok TV dibe mala zarokan. Ev pênase (Mala Zarokan) ne ya me ye. Em ji zarokan dibihîzin.
Xebatên me yên ku gihîştine vê astê helbet bi keda hemû hevalên ku îro li ba me ne û yên ku niha ne bi me re ne mezin bû. Xebatên derbarê Kurdî de xwediyê gelek zehmetiyan in. Bi gelek zehmetî kişandin û hîn jî ev rewş berdewam dike. Zor û zahmetî çiqas zêdebin jî tu carî me ev rewş ji bo xwe nekir hincet û bi fikir û ramana ku em li ser şîn dibin em dikarin li hemberî hemû zehmetiyan bibin bersiv û çareseriyan bibînin. Erê kêmasî pir in lê em jî ne hindik in û têra xwe hene.

Mîsyona Zarok TV’ê çi ye ? Bandora wê ya li ser guherîn û veguherînê bi çi rengî ye?

Zarok TV bi armanca zimanê dayikê bi pêş bixe û bigihîne zarokên ku ji vî mafê xwe yê rewa bêpar mane dest bi xebatên xwe kir. Lê di nav pêvajoyê de derket holê ku li kêleka weşangeriyê gelek mîsyonên me hene. Ji ber ku wekî sazîbûn û sazîtî derbarê zimanê dayikê de xurtbûneka berbiçav tunebû ango yên ku hebûn jî ne derbarê zarokan de bûn. Yanî Zarok TV bi weşangeriyê re veguhezî dibistanekê jî. Em dikarin bibêjin ku xebatên me ji bo zarokan xwediyê asteka giring e.Em bi tenê wekî kanaleka televîzyonê nayên tarîfkirin. Haya me ji mîsyona me ya civakî heye û em li gorî vê yekê xebatên xwe dimeşînin. Gelekê heye ku nikare bi hêsanî xwe bigihîne zimanê dayikê, zarokên vî gelî ji perwerdeya bi zimanê bêpar in û em hewl didin ku vî zimanî bi pêş bixin û naverokên xebatên xwe jî li ser van esasan diyar dikin û xwe digihînin zarokên gelê xwe. Helbet ev rewş hin berpirsiyarî û mîsyonên giran dide ser milên me.Lewra Zarok TV hem wekî kanaleka ku pê kêfxweş dibin hem jî wekî dibistaneka ku li gorî pedagojiyê tevdigere tê dîtin.Em wisa dibînin.

Civak xebatên we çawa dibîne? Bertekên bi çi rengî çêdibin?

Em bi temaşevanên xwe re di nav danûstendinê de ne. Bertekên ku ji aliyê temaşevanan tên hem me bi pêş dixin hem jî nîşan didin ku xebatên me digihîjin armanca xwe. Bi gelemperî bertekên erênî nîşan didin lê belê rexne û pêşniyarên xwe jî kêm nakin. Xala herî giring ya ku me bi pêş dixe jî ev e. Bi gihandina naverokên bi zimanê dayikê bi xwe re pêşketineka pedagojîk jî derdixe holê. Mîsyona me ya civakî jî herî zêde li vir derdikeve holê. Dema ku zarok ji xeynî mala xwe bi zimanê dayikê re rûbirû dimîne û di nav jiyanê de çalak dike ev yek bi awayekê polîtîkayên bişaftinê jî têk dibe. Ne tenê zarok em temaşevanên xwe yên mezin jî gelek caran bertekan dibînin. Yanî malbat bi zarokên xwe re li me dişopînin û tînin ziman ku xebatên me çawa li ser ziman bandorê dike û bi pêş dixe. Em dikarin bibêjin em perwedekariyê ji bo mezinan jî dikin. Li ser kanalên me yên ragihandinê bertekên bi vî rengî em gelek caran digirin.

Dema ku hûn weşanên xwe , bernameyên xwe , çalakiyên xwe û xêzefîlmên xwe amade dikin li gorî kîjan pîvanan hûn biryar didin ? Hûn çi didin pêş?

Em dizanin ku mijara me ne bi tenê zimanê dayikê ye. Yanî dema ku em naverokên xwe diyar dikin hemû taybetiyên zimên wekî rênîşanek li ber me disekinin. Li gorî formên Kurdî û girêdana civakî û çandî em li ser esasên zimên disekinin. Em nikarin behsa bêderfetiyê û bêîmkaniyê bikin. Heke pirsgirêk hebe divê em çareser bikin. Heke asteng hebin divê em derbas bikin. Hem ji bo projeyên ku em çêdikin hem jî ji bo projeyên ku em ji derve distînin hin xal hene ku em li ser disekinin. Naverokên wekî zayendparêz,nijadperest,dijberiya têkiliya di navbera civak û xwezayê de em li derveyî xebatên xwe dihêlin. Herwiha em cih nadin hin naverokên ku têkiliya zarok a bi xweza , civak û jiyanê re xera dike. Berî ku bernameyeka me bikeve weşanê em bi hûrgilî ser disekinin û kontrol dikin. Ji ber ku em ne ji bo îro lê ji bo pêşerojê naverokan çêdikin. Astengiyên li ber vê mîsyona me jixwe diyar in. Lewre heta ku ji destê tê em hewl didin ku vê valahiyê dagirin.Ji bo zarokên me ku pêşeroja me ne em hewl didin ku ji xwe û xwezayê hezbikin, civaka xwe ji aliyê çandî, dîrokî û sosyolîk fehm bikin, nas bikin û bikevin lêgerîna wateyê .

Bi çend zimanî weşan tê kirin? Ji xeynî projeyên ji derve projeyên we bi xwe hene çawa tê dîtin? Hûn li ku derê weşanê dikin? Li çar aliyê cîhanê hûn tên temaşekirin? Bertekên çawa digihîjin we?

Em naverokên bi Kurmancî Zazakî û Soranî çê dikin. Em her dem daneyên xwe kontrol dikin. Li gorî daneyan em dibînin ku ne tenê li ser televîzyonê li ser înternetê jî em digihîjin temaşevanên xwe yên li çar aliyê cîhanê. Bertekên ku tên nîşandan dide xuyakirin em mîsyona xwe bi cih tînin. Herwiha derbarê berhemên me de em gelek rexne, pêşniyar û nirxandinan digirin. Pîvana herî girîng ji bo me ev in. A ku me ji bo pêşerojê xurttir dike ne hejmara temaşkirinê awayê temaşekirinê ye. Bi Kurmancî û Zazakî re girseyeka mezin ya Soranî jî heye. Ev jî nîşan dide ku em ji aliyê civaka Kurd ve rastî eleqeyeka mezin tên. Ev yek jî dike em hê bêhtir li ser karê xwe hûr bibin û bi baldarî karê xwe bikin. Bi weşana xwe em bi tenê li ser zimanê dayikê naekinin di heman demê de bi bernameyên zanistî û edebî em hewl didin ku cîhana zarokan ya fikrî û xeyalî mezin û berfirehtir bikin.

Bi pêşxistina zimanê dayîkê hûn mîsyoneka giring bi cih tînin da ku civaka demokratîk ava bibe. Hûn dixwazin çi bibêjin?

Wekî tê zanîn her zindiyek bi zimanê xwe bi derdora xwe re dikeve têkiliye. Ev tenê ji bo mirovan derbas nabe ji bo hemû zindiyan derbas dibe. Hewcedarî, berdewamî û xwe bixwe birêvebirin bi awayekî din wekî demokrasî tê pênasekirin. Bi tenê li ser vê yekê heke em tiştekê bibêjin di cîhanê gelê ku herî zêde ji van mafên xwe yên xwezayî bêpar in em Kurd in û helbet zarokên Kurdan in. Gelek sebebên vê yekê hene û kesekê ku pê nizanibe tune ye. Wekî encama van sedeman îro em di vê rewşê de ne. Berxwedana xwezayî piştî demekê dibe rastiya me û ev yek jî li ser jiyana zarokên me bandora xwe dike û di ceribandinên yekemîn de ev bandor bi hemû awayan xwe nîşan dide.Her ferdekê Kurd di vê pêvajoyê re derbas bûye. Ango em dikarin bibêjin ku hemû qad û dever bi awayekê li ser Kurdan berxwedanê ferz dike.Ji bo ku jiyana xwe berdewam bikin , ji bo ku li jiyanê bimînin heta ji bo ku nefes jî bigirin Kurd hewcene ku li ber xwe bidin. Yanî ji mafên xwe yên herî xwezayî û gerdûnî jî hewceye ku em li ber xwe bidin. Her çiqasî li hemberî van tişan em li ber xwe bidin jî divê em xwedî li destkeftiyên xwe derkevin û tiştên biparêzin. Lewma heke me li ser rûyê zarokên xwe keneke biçûk jî hiştibe ev nîşan dide ku em bi ser ketine.Em dixwazin ku zarokên Kurdan êdî bi xwe re, bi civaka xwe re ,bi çanda xwe re û bi xwezaya xwe re lihevhatî bijîn û mezin bibin. Bila bikaribin bi çavekê din li cîhanê binihêrin. Bila bizanibin ku tu ferq û cudahiya me ji gelên din yên cîhanê nîn e. Ne kêm ne jî zêde em jî gelekî layîqê qedir û qîmetê ne. Lewma em dixwazin ku zarokên bila bizanibin ku dema ku bê xwestin tu tiştekê neyê bidestxistin nîn e. Dema ku em dibînin zarokên ku bi xwe bawer mezin dibin çi cûre serkeftinan bi dest dixin û bi serbilindî dijîn wê demê moral û motîvasyona me ya xebata me hê bêhtir bilind dibe û em bêhtir bi biryar dibin. Li ber têkoşîna ku gelê Kurd bi dehsalan in dimeşîne em bi tenê dilopekî av in. Lê belê em dixwazin ev dilopa avê bila biherike dilê zarokên me û em bi hev ra biherikin û bibin derya.

Derbarê 10 saliyê de hûn dê çi bibêjin? Amadekariyên we bi çi rengî ne?

10 salên ku derbas bûn bi keda hemû hevalên ku ji roja ewil heta niha xebitîn re têr û tije derbas bû. Ev keda hemû hevalên berê û yên ku niha berdewam dikin e. Em dixwazin spasiyên xwe pêşkêşî hemû kesên ku vê fikrê derxist holê, bi pêş xist, ked de û mezin kir re bikin û em destnîşan dikin em dê layîqê vê kedê bin û xebata xwe mezintir bikin. Li hemberî zarokên xwe em berpirsyar in û haya me ji vê yekê heye. Her roj em ji xwe û derdora xwe re vê yekê dibêjin û soz didin. Di vî 10 salî de Zarok Tv geh bû dibistan geh bû kargeh geh bû feza geh bû xeyalên zarokan û rêyeka bêdawî û bêsînor li ber xewn û xeyalên zarokan vekir. Em soza xwe dubare dikin ku em dê hîn 10 salên din jî bi hev re derbas bikin. Helbet di vî 10 salî hin kemasiyên me çêbûn û dê çêbibin jî. Lê belê em bawer dikin her kêmasiyek bingehekê ji bo mezinbûn xurtbûnê amade dike. Em dê baweriya gelê xwe ya ku bi me tînin û kena li ser rûyê zarokên xwe mezintir bikin. Em hemû xebatên xwe bi vê motîvasyonê dikin.

Vê heftê fîlmên zarokan, lîstikên şanoyê ya ji bo zarokan û wekî fînal roja dawî yanî 15’ê Adarê roja Şemiyê li ÇandAmedê (Sezaî Karakoç Kultur Merkezî) dê konsereka mezin bên lidarxistin. Em dixwazin bi zarokên xwe re bi hêviya ku hîn deh salên bibînin 10 saliya xwe pîroz bikin. Hemû temaşevan û malbatên me vexwendî ne. Em li benda gelê xwe ne.

Bangawazî ango tiştekî ku hûn bixwazin bibêjin heye?

Tiştekî ku em dixwazin tune ye lê heke zarokên me tiştekê ji me bixwazin em amade ne. Em deyndarê wan in û em dê vî deynê xwe bi kelecanî û bi hezkirin bidin….

Xeml û kêfxweşiya her maleke Kurd: Zarok TV ye

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar