Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 12 Nisan 2025

Mihemed Xelîl: Em ê ewlehî û aramiya gelê xwe biparêzin

Fermandar Mihemed Xelîl diyar kir ku ew ê her tim ewlehî û aramiya şêniyên herdu taxan misoger bikin û biparêzin.

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û desthilata Şamê di 4’ê Nîsana 2025’an peyaman îmze kirin. Di çarçoveya peymanê de hêzên leşkerî Rêveberiya Bendên Kontrolê, Hêzên Operasyonan, Saziya Ewlekariya Giştî, Gerînendetiya Trafîkê, Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê, Hêzên Têkoşîna Dijî Sûcên Rêxistinkirî û Rêveberiya Jin ragihand ku ew ji her du taxan derdikevin û erkê parastina wan dewrî Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) dikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê piştî peymana bi deshilata Şamê re îmze kir, lez dan xebatên xwe. Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Xelîl derbarê rewşa dawî de ji ANHA’yê re axivî. Mihemed Xelîl diyar kir ku erkê parastina ewlehî û aramiyê ji bo wan erkekî sereke û cewherî ye. Xelîl spasiya hemû hêzên leşkerî yên ku di 14 salan de ji bo parastina herdu taxan fedakarî pêşkêş kirine, kir.

Fermandar Mihemed Xelîl destnîşan kir ku ew ê erkên xwe yên berê li kêleka erkên xwe yên nû ku hêzên leşkerî yên berê xwe dane Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewrî wan kirine, pêk bînin, ku ewlehî û aramiya şêniyên herdu taxan misogerkirî û parastî bin.

Ji nav wan erkan, xebitîna li ser dagirtina nuqteyên çavdêriyê yên li derdora her du taxan ku piştgiriyê didin nuqteyên kontrolê yên sereke, xurtkirina ewlehiya şêniyan, sekna li dijî xeteriyan û hwd.

Têkildarî mekanîzmaya hevkariya hêzan bi Wezareta Hundirîn a desthilata Şamê re, Xelîl da zanîn ku di rojên bê de ew ê komîteyên hevbeş ji bo nîqaşkirina gelek mijarên sereke wekî perwerde, xizmetguzarî û ewlekariyê ava bikin.

Mihemed Xelîl di dawiya axaftina xwe de got ew li gorî xalên peymanê tev digerin ku ewlehî û aştiya xelkê her du taxan misoger be.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar