Erk û berpirsyariyên demê

Dengvedana banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye kirin dewam dike. Ev banga dîrokî ne tenê li Kurdistanê li...

Pêşketina pêvajoyê bi bersivdayîna banga birêz Ocalan pêkan e

Piştî parvekirina peyamê, di demeke kin de, ji welatên Yekitiya Ewropayê heta Neteweyên Yekbûyî û welatên 7 parzemînan banga Ocalan bi peyamên kêfxweşî, piştgirî...

Erk û berpirsyariyên demê

Dengvedana banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye kirin dewam dike. Ev banga dîrokî ne tenê li Kurdistanê li...

Pêşketina pêvajoyê bi bersivdayîna banga birêz Ocalan pêkan e

Piştî parvekirina peyamê, di demeke kin de, ji welatên Yekitiya Ewropayê heta Neteweyên Yekbûyî û welatên 7 parzemînan banga Ocalan bi peyamên kêfxweşî, piştgirî...
Perşembe - 6 Mart 2025

Erk û berpirsyariyên demê

Dengvedana banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye kirin dewam dike. Ev banga dîrokî ne tenê li Kurdistanê li...

Pêşketina pêvajoyê bi bersivdayîna banga birêz Ocalan pêkan e

Piştî parvekirina peyamê, di demeke kin de, ji welatên Yekitiya Ewropayê heta Neteweyên Yekbûyî û welatên 7 parzemînan banga Ocalan bi peyamên kêfxweşî, piştgirî...

Qad û kolanên 8’ê Adarê li benda jinan e

Endama Komîteya Amadekar Derya Ozbey ji bo mîtînga 8'ê Adarê bangawazî kir û got, "Ji bo aştiyê em amade ne ku her tiştî bikin. Ji ber vê yekê em li Qada Îstasyonê li benda we ne ku 8'ê Adarê hembêz bikin."

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinan serî hildin, ber bi azadiyê ve dimeşin” tê pîrozkirin. Di çarçoveya 8’ê Adarê de wê li gelek bajaran di dîrokên cuda de mîtîng bên lidarxistin. Yek ji bajarên ku wê mîtîng lê bê lidarxistin jî Amed e. Hemû amadekariyên mîtînga mezin a 8’ê Adarê li Qada Îstasyonê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê bê lidarxistin, bê navber dewam dikin. Li gelek taxên bajêr pankart, al û pankartên banga mîtîngê hatin daliqandin.

Endama komîteya amadekar a mîtînga Amedê Derya Ozbey li ser xebatên 8’ê Adarê axivî. Derya Ozbey beriya ku der barê amadekarî û çawaniya amadekariyan de agahî bide, bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê ya ji bo jinan. Derya Ozbey got, “Di dîroka têkoşîna jinan de 8’ê Adarê yek ji rojên herî girîng e. Em bi êrîşa ku bi hezaran sal in ji aliyê zayendîperestî û kolonyalîzmê ve û ji aliyê hêzên ku hewl didin bi awayekî cidî beden, çand û nirxên ku jinan afirandine tine bikin re rû bi rû ne. Jinan ji roja ku gerdûn ava bûye û vir ve di her aliyê jiyanê de di serî de aborî, civakî, çand, perwerde, felsefeyê de dewlemendiyeke zanistî û nirx afirandiye. Em dizanin ku ne tenê ji ber zayenda biyolojîk a jinê, di heman demê de êrîşên li ser esasê ezmûn û jiyana ku jin diafirîne jî pêk tê. Ji ber vê yekê jin 5 hezar sal in li dijî zayendperestî û kolonyalîzma ku ji aliyê pergala baviksalarî ve hatiye afirandin, weke dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’, ji bo azadiya jiyanê têkoşîna azadiyê dimeşîne. 8’ê Adarê roja ku jinan li dijî êrîşên li ser van îdeolojiyên hevgirtinê li hev kirin, azadiya xwe bi rêxistin kirin û îdiayên xwe yên jiyaneke çawa dixwazin anîn ziman.”

Derya Ozbey der barê amadekariyên xwe de ev agahî parve kir: “Me di 17’ê Sibatê de komîteya amadekar ava kir. Ji wê rojê û vir ve amadekariyên me yên ji bo 8’ê Adarê bi hemû leza xwe dewam dikin. Beriya her tiştî me ji bo mîtînga 8’ê Adarê serlêdan kir. Dema ku em ber bi 8’ê Adarê ve diçin wê mîtîngek bi dirûşma ‘Em li dijî qirkirina jinê serî hildidin, ber bi azadiyê ve dimeşin’ were amadekirin. Aktîvîstên TJA’yê Gultan Kişanak, Ayla Akat Ata, Berdevka Meclisa Jinan a DEM’ê Halîde Turkoglû weke qiseker tev li mîtîngê bibin û Rojda jî weke hunermend wê were. Em xebatên xwe li ser vî esasî dimeşînin. Em hewl didin mîtînga 8’ê Adarê li qadên ku em karibin xwe bigihînin raya giştî organîze bikin. Di vê çarçoveyê de ji bo vexwendina beşdaran em ê dest bi belavkirina belavokan bikin. Me di hinek xalan de jî dest pê kir.”

Derya Ozbey piştî peyama Rêber Apo ya di 27’ê Sibatê de bal kişand ser girîngiya rola jinê ya ji bo aştiyê û diyar kir ku divê di vê çarçoveyê de hemû jin li qada mîtîngê bin û ev bang kir: “Em ji bo ji nû ve avakirina aştî û civaka azadîxwaz, civaka ekolojîk û demokratîk di 8’ê Adarê de li bendê ne ku hemû jin dakevin qadan. Em ber bi pêvajoyek avakirinê ve diçin ku bi rêxistinkirina kolan bi kolan ekolojîk û azadîxwaz a jinan ava bikin. Em ji bo avakirina civaka demokratîk a li ser esasê jîneolojiyê têkoşîna azadiya jinê dimeşînin û li bendê ne ku jin di 8’ê Adarê de bi me re vê kelecanê bijîn. Em wek jin ji aştiyê re amade ne. Em amade ne ku ji bo aştiyê her tiştî bikin. Em dizanin ku rola jinan di pêvajoya aştiyê de çiqasî girîng e. Em li bendê ne ku di van hemû pêvajoyên girîng de jin bi me re li qadên 8’ê Adarê bi tilîliyên xwe hembêz bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar