Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970’yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema lawazî, belavbûn, bêhêzî û têkçûyîna mirovan ji ber bêrêxistiniyê ye. Herî dawî di nameya ku di 4’ê Nîsanê de ji ciwanan re şand bi taybet bal kişand ser rêxistinkirinê.
Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan di nameya herî dawî ku ji ciwanan re şand xwest ciwan hem xwe û hem ji derdora xwe bi rêxistin bikin. Rêber Abdullah Ocalan di nameyê de dibêje “…Meşa ciwanan, meşa ber bi azadiyê ve ye. Meşandina ber bi azadiyê ve bi wate ye. Ez diçûm ku min xwe bi rêxistin dikir. Gava ez diçûm dibistanê komek min a ku bi min re tevdigeriya hebû. Civakbûyîn bi vî awayî çêdibe. Ji zaroktiya xwe heya niha ez vî tiştî dikim. Sosyalîzm, civak e. Civaktî ye. Sosyalîstî jî civakbûyîn e. Li Kurdistanê jî pêwîste bi vê têgihiştinê siyaset bê kirin. Navê wê siyaseta civakî û sosyalîst e. Ev jî bi rêxistinkirinê dibe. Rêxistinî, karê herî girîng e. Heger hûn nekin, ez ê bi tunî rexne bikim. Ji bo wê (jî) li her derê pêwîste hûn xwe rêxistin bikin. Her derê (jî) rêxistin bikin.”
Rêber Abdullah Ocalan di hemû nirxandinên xwe de li ser girîngî û wateya rêxistinkirinê radiweste. Ji ber ku mirovê bi rêxistin, mirovê bi hêz e. Mirovê bi hêz mirovê serkeftî ye. Mirov çiqas xwe bi rêxistin bike ew qas bi ser dikeve. Rêxistinkirin dîsîplînekirin e. Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya “Di şerê gel de kesayetiya mîlîtan” ku di sala 1994an de çap kiriye gelekî li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinbûnê radiweste. Di pirtûkê de 620 caran bal kişandiye ser rêxistinê. Dîsa 91 caran li ser rêxistinkirinê rawestiya ye.
Rêber Abdullah Ocalan destnîşan dike ku têkiliyên rêxistinê di nava girseyên gel de pir pir girîng e û wiha dibêje: “Kesên bê rêxistin nikarin derdorê bi rêxistin bikin. Ji bo derdorê bi rêxistin bikin divê xwe bi rêxistin bikin. Kesên em wan erkdar dikin ji ber xwe bi rêxistin nakin, li şûna derdorê bi rêxistin bikin, dijberî vê yekê belav dikin. Lê eger mirov di aliyê bîrdozî de bên têrkirin û di çarçoveya têkiliyên rêxistinî de bên perwerdekirin dikarin şerê hebûnê bikin.”
Rêber Abdullah Ocalan di beşek pirtûkê ya ku 31 sal berê nivîsandibû de li ser pêdiviya rêxistinbûnê û rêxistinê wiha dibêje: “Min bi mînaka xwe gelek caran anî ziman. Em ji şertên herî xerab hatin. Me ji van şertan encamên girîng derxist. Encama herî sereke, pêdiviya muthîş a rêxistinkirinê ye. Hîn di salên1970’î de me anî ziman û me destnîşan kir ku pêdivî bi rêxistinkirinê heye. Me destnşian kir ku em xwe bi rêxistin bikin. Ji ber ku di hemû jiyana me ya civakî û neteweyî de em nebûbûn xwedî rêxistin û rêxistinkirinê. Ji ber em nebûn rêxistin û me xwe bi rêxistin nekir me winda kiribû. Me ev mijar hezar carî dubare kir. Lê hîn di mijara rêxistin û rêxistinkirinê de me tam xwe amade nekiriye…”
Em dibînin ku hemû hewldanên Rêber Abdullah Ocalan li ser rêxistinkirina civakê ye. Ji bo civaka demokratîk û polîtîk pêş bikeve, dixwaze civak xwe bi rêxistin bike. Ji bo civak xwe bi rêxistin bike jî di serî de dixwaze jin û ciwan xwe bi rêxistin bikin. Bi taybetî di salên dawî de li ser jin û ciwanan şerê taybet heye. Jin û ciwan ji bo karibin xwe ji vî şerê taybet rizgar bikin û karibin xwe bi hêz bikin divê berî her tiştî xwe di aliyê bîrdozî û rêxistinî de bi hêz bikin. Mînakên cîhanê jî nişan didin ku kes û civakên xwe bi rêxistin nekin têk diçin. Ji bo hebûna xwe biparêzin û berdewam bikin pêdivî teqez bi rêxistinkirinê heye.